Zarokên Efrînî: Em dixwazim jiyanek aram û dûrî topên dewleta tirk bijîn 2022-08-01 11:00:16     Sîdra Mamo   ŞEHBA - Têkildarî hedefgirtina zarokan a ji aliyê dewlta tirk a ve zarokên ku di encama topbarana dewleta tirk de li Til Rifatê birîndar bûn wiha gotin: " Ez dixwazim jiyanek aram û dûrî topên dewleta tirk bijîm."   Ev demeke dewleta tirk a dagirker bi tanq û topên xwe êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Bi taybet bi dijwarî gudewarên Kantona Şehba û navçeya Şêrewayê ya Efrînê topbaran dike. Bi van êrîşan dewleta tirk hedefgirtina sivîlan ji xwe re kiriye rojev. Di 27'ê Tîrmehê de dewleta tirk bi topan bajaroka Til Rifat hedef girtibû, di encamê de 6 kes birîndar bûbûn. Din nav wan de du zarok jî birîndar bûn. Êdî zarok, jin, kal, pîr û hemû sivîl dibin armanca dewleta tirk. Têkildarî mijarê zarokên Efrînî yên ku di encama topbarana dewleta tirk de birîndar bûne ji ajansa me re axivîn.    'Em gelek tirsiyan, me nikarîbû xwe biparêzin'   Kewser Mistefa ya 17 salî, ji Efrînê ye û niha li Til Rifatê koçber e derbarê bûyera topbaranê de wiha got: "Ji dema ku em ji Efrînê koçber bûne û heya niha rojane em rastî êrîşan tên. Ji ber kêmderfetan û zehmetiyên jiyanê li vê derê min û xwişka xwe, me xwest ku em biçin karê nav erdan ji  bo ku em bi dayik û bavê xwe re bibin alîkar. Lê di dema ku em li ser karê xwe bûn, dewleta tirk top avêt nav erdê, destpêkê li derdora me ketin. Piştre jî top li me ket me nikarîbû, em xwe biparêzin. Ez û 5 hevalên xwe birîndar bûn, birînên hevalên min gelek giran bû ji ber vê yekê derbasî Helebê kirin. Ez gelek tirsiyam min êdî nizanîbû ku çawa xwe biparêzim û xwişka xwe jî biparêzim. Ez ji milê xwe birîndar bûn, du birîn di laşê min de çêbûn. Lê niha hinek rewşa min baş e."   Kewser Mistefa di dawî de wiha daxwazên xwe anî ziman: "Ez daxwaz dikim ku êrîşên li ser sivîlan bê rawestandin û êdî em bikaribin jiyanek aram bijîn. Ji bo ku em û malbata xwe jiyanek xweş bi hevdu re derbas bikin."   'Ez dixwazim jiyanek aram dûrî topên dewleta tirk bi aştî bijîm'   Sewsen Mistefa ya 14 salî ji Efrînê û niha li Til Rifatê dijî, hestên xwe yên di dema topbaranê de anî ziman: "Ez bi xwişka xwe re derbasî nav kar dibûm, ji bo ku ez karibim bi malbata xwe re bibim alîkar. Lê dewleta tirk dîsa li wê derê jî em kirin hedefa xwe. Ez gelek tirsiyam, ez li xwişka xwe û bavê xwe geriyam lê min ew nedîtin. Xwişka min rakiribûn nexweşxaneyê ji ber ew birîndar bû, piştre ez jî birin nexweşxaneyê ji ber ku parçeya topbaranê ketiye lingê min. Bijîşk ji min re got em niha nikarin perçe derxin, piştî hefteyekê wê bi emeliyatê ji lingê min derkeve. Min zaroktiya xwe di nav şer de derbas kir, ez dixwazim jiyanek aram bijîm, dûrî dewleta tirk û topên wan ên li ser axa xwe."