'Ji bo tedawiyê divê Aysel Tugluk bê berdan' 2022-08-01 12:06:46     ENQERE - Jinan beriya rûniştina Doza Kobanê daxuyanî dan û gotin "Mafê jiyanê yê Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş tê desteserkirin" û banga hestiyariyê kirin.   Rûniştina 15’emîn a Doza Kobanê ya ku 21 kes girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja 5’emîn de li Eywana Rûniştinê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê tê kirin. Di dozê de hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Desteya Rêveber a Navendî jî tên darizandin.   Rûniştina dozê ji aliyê heyeta Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê tê kirin, Platfoma 1000 Jinên Ji Bo Aysel Tûglûk û siyasetmedaran, ji bo girtiya nexweş Aysel Tûglûk daxuyaniyek dan.   Prof. Dr. Yasemîn Ozgun diyar kir ku ji ber nexweşiya wê ya Demansê Aysel Tûglûk nikare di girtîgehê de bijî û got “Bêyî alîkarî Aysel Tûglûk nikare pêdiviyên xwe bi cih bîne. Jixwe çend meh berê Şaxa Beşa Edlî Tipa Zanîngeha Kocaeliyê piştî tedawî û miayaneyan diyar kiribû Aysel nikare di girtîgehê de bimîne.   Li gorî mevzûatên neteweyî û navneteweyî ji bo tedawiya girtiyên nexweş divê werin berdan. A niha mafê jiyanê yê Aysel û girtiyên nexweş tê desteserkirin. Ji bo ku Aysel Tûglûk bikaribe tedawî bibe, divê were berdan. Bi ser de jî dadgeh li ser Aysel ferz dike ku divê îfadeya xwe bide. Heta ku tedawiya Ayselê neyê kirin û ferzkirina ku dibêjin bila Aysel îfadeyê bide, tê wateya binpêkirina mafê parastinê. Ev rewş li ser Ayselê bûye wekî îşkenceyê. Divê îşkenceya li ser Ayselê biqede. Em banga piştgiriya ji bo Aysel Tûglûk dikin.”   Jin piştî daxuyaniyê çûn eywana ku wê rûniştina dozê lê were kirin.