DFG çû serdana Baroya Amedê 2022-08-01 13:48:13   AMED - Ji ber Baroya Amedê bi gefxwwarinê re rû bi rû ma DFG çû serdana baroyê û peyama piştevaniyê da.     Baroya Amedê ji ber ku Qetlîama Zaxoyê ya di 20'ê Tîrmehê de ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hatibû û 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû, şermezar kiribû hedef hatibû nîşandan. Piştî hedef nîşandanê derbarê rêveberiya Baroyê de lêpirsîn hat destpêkirin. Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi armanca piştevaniyê serdana rêveberiya Baroyê kir. Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û rêveberên komeleyê ji aliyê rêveberên Baroyê Mehdî Ozdemîr û Serdar Ozer ve hatin pêşwazîkirin.    'Em hedefnîşandana baroyê şermezar dikin'    Hevseroka DFG'ê Dîcle di serdanê de axivî û got ew piştgiriyê didin Baroya Amedê. Dîcle di heyama Tahîr Elçî ku serokê baroyê bû û bi gefan re rûbirû ma, piştî hedef hat nîşandan heta ku di êrişek li Sûrê de hat qetilkirin bi bîr xist û niha jî tê xwestin ku ev gef û gur û êriş li dijî baroyê berdewam bikin. Dîcle diyar kir ku Baroya Amedê xwest qetlîama Zaxoyê bê ronîkirin û di vê mijarê de gavek girîng avêtiye. Dîcle anî ziman ku Baroya Amedê helwestek bi mînak nîşanî rêxistinên sivîl daye û got: "Baroya Amedê helwestek bi rûmet nîşan da û dîsa wek her tim bi mîsyona xwe ya dîrokî rabû. Em hedefnîşandana baroyê şermezar dikin û em diyar dikin ku em ê her tim piştevanê baroyê bin."    'Dê gef û zext bi ser nekevin'    Rêveberê Baroyê Mehdî Ozdemîr jî destnîşan kir ku wan bi daxuyaniya belav kir mîsyona xwe ya dîrokî bi cih anîn û xwestin bi gef û lêpirsînê Baroya Amedê ji bizav ve bixînin lê dê gef û zext bi ser nekevin.