ROJEVA 2'YÊ TEBAXA 2022'YAN 2022-08-02 09:00:00     *Têkildarî gef, êrîş û hedefgirtina jinên siyasetmedar ên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û Gelê Kurd Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewiza Ebdî diyar kir ku ew êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmê wekî girtina tola DAÎŞ'ê şîrove dikin û wiha got:"Êriş her tim bûne lê piştî civîna Tehranê êrişên li ser Rojava zêdetir bûn. Berî wê demê jî dewleta tirk got ew ê êrişî Rojavayê Kurdistanê bike û dagir bike. Yanî stratejiya xwe ya dagirkirinê her û her dixwaze berfireh bike." DÎMEN HEYE   *Rojnamevan Tewara Adil a li Başûrê Kurdistanê xebatê dike têkildarî êrişên dewleta tirk û bêdengiya hêzên din nirxandinên xwe parve kir û got: "Her kes ji bo berjwendiyên xwe bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ne. Ya ku nayê fêmkirin helwest û bêdengiya hukumeta Îraqê û PDK'ê ye. Ji vê êrişê yên ku herî zêde wê zirarê bibînin wê ew bi xwe bin. Axa wan di metirsiyê de ye. Di projeya avakirina dewleta nû ya Tirkiyeyê de em hemû tên tunekirin." DÎMEN HEYE   * Êzidiyên ku bi 74 fermanan re rûbirû mayî, niha bi tecrûbeyên xwe yên bi salan jiyaneke nû diafirînin. Derbarê hebûn û parastinê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha gotibû: "Ji bo ku êzidî bikarîbin xwe biparêzin yek rê heye ew jî vegera axa qadîm Şengalê. Ji derveyê vê ne mûmkûne hebûna xweyî dîrokî, çandî û bawerî biparêzin."    *Aktîvîstên Ekolojiyê ku bertek nîşanê talana bi destê leşker û cerdevanan li Şirnexê tê kirin dan û diyar kirin ku divê li dijî nîjadperestiya ku heta ekolojiyê çûye destur neyê dayîn û li dijî komkujiyê hemû alî bertek nîşan bidin, dengê xwe bilind bikin.  DÎMEN HEYE