Hevseroka HDP'ê Gonul Ozturk hat berdan 2022-08-05 08:15:28   AGIRÎ - Hevseroka HDP’a Bazîdê Gonul Ozturk a ji 21’ê gulanê ve li Girtîgeha Panosê dihat girtin, hat berdan.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bazîdê Gonul Ozturk, ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ku lê dihate girtin, hat berdan.   Gonul a di 21’ê gulanê de hatibû binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin, şandibûn Girtîgeha Tîpa L a Panosê. Gonul a dema girtina wê li ber çavan hate girtin û ji ber tu delîlên şênber tune bûn îro hate berdan.