Aktivîsta ji Rojhilat hat girtin 2022-08-10 10:43:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Saqizê aktivîsta bi navê Zemane Zêwye hat girtin.    Li Saqizê aktivîsta bi navê Zemane Zêwye bi hinceta cezayê 10 mehan ê girtîgehê ê ji aliyê Dadgeha Şoreşê lê hatibû birîn, hat girtin.    Zemane Zêwye berî vêya ji aliyê îstixbarata Îranê ve hatibû binçavkirin û 23 roj şûnde bi kefaletê hatibû berdan. Ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve 10 meh cezayê girtîgehê li Zemaneya ku darizandina wê, dewam dikir, hat birîn.