Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranîn 2022-08-10 14:49:04     WAN - TJA'yê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a di 10'ê Tebaxê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû û bedena wê hatibû teşhîrkirin, li ser gora wê bi bîr anî.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Kevser Elturk (Ekîn Wan) a di 10'ê Tebaxê de di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû û bedena wê hatibû teşhîrkirin, li ser gora wê bi bîr anî. Aktivîstên TJA'yê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), MEBYA-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bernameya bibîranînê ya li Goristana Karşiyaka ya Rêya Armûşê hat lidarxistin, bûn.    Bibîranîn li ser gora Kevserê ya ku berê ji aliyê polîsan ve hatibû texrîbkirin bi duayên hatin kirin û rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka MEBYA-DER'ê Hanim Kaya, diyar kir ew îşkenceya tê kirin, qebûl nakin û got îşkenceya li Kevserê hatiye kirin di şexsê wê de li hemû jinan hatiye kirin.    Piştre Hevseroka HDP'ê ya Rêya Armûşê Canan Uzunay da zanîn di nava şer de jî divê hiqûq û edaletek hebe lê belê li Tirkiyeyê ev tê piştguhkirin. Cananê bi lêv kir ew ê tevî hemû êrişan têkoşîna xwe bidomînin û got bijî têkoşîna jinê.    Bibîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin","Bijî berxwedana zindanan" û bi çepik, lîrandinê bi dawî bû. Piştre gul danîn ser gorê.