Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê serbest hat berdan 2022-08-12 14:43:23     ŞIRNEX - Hevseroka  HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag serbest hat berdan.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Sabuha Akdag, duh ji bo îfade dayînê çûbû Emniyeta Şirnexê û li vir hatibû binçavkirin. Sabuhayê îro sewqê dozgeriyê kirin û piştî îfadeyê serbest hat berdan. Derbarê Sabuhayê de biryara qedexeya derketina derweyî welat hat dayîn.