Êrişê Kobanê, Şêrawa, Til Temir û Girê Spî hat kirin 2022-08-16 11:25:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye êriş bir ser Kobanê, Til Temirê, Şêrawa û Girê Spî yê.   Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê navenda bajarê Kobanê û gundewarê wê, gundewarê navçeya Til Temirê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya di van kêliyan de 5 gundên rojavayê bajarê Girê Spî tên topbaran kirin.    Li gorî agahiyên ANHA'yê gundên Erîda, Leqleqo, Sewan, Xirbet Beqer û Kopirlek ên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî bi çekên giran tên topbaran kirin.   Her wiha di heman demê de 3 gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, 6 gundên rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê, navenda bajarê Kobanê û gundên Boban, Siftek, Sêlim û Aşmê yên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê yên li rojavayê bajarê Kobanê, her wiha bajarokê Şêxler Jorîn ê li hember bajarê Cerablus, li qiraxa rojhilatê Çemê Firatê, tên topbaran kirin.