Wêneyê Aysel Tugluk bi Delîklî Taş a Geliyê Botanê ve daliqandin 2022-08-16 16:08:17 SÊRT – TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê pankarta ku li ser wêneyê Aysel Tugluk heyî bi Delîklî Taş ê Geliyê Botanê ve daliqandin. Jinan banga serbest berdana Aysel û hemû girtiyên nexweş kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sêrtê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û Aysel Tugluk, postera Ayselê bi Delîklî Taş a Geliyê Botanê ve daliqandin. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA'yê tevli çalakiyê bûn.    Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş di çalakiyê de axivî û diyar kir ku divê hemû girtiyên nexweş demildest serbest werin berdan û got: “Her roj ji girtîgehan agahiya mirinê tên. Di vî mijarê de cudahiya ji bo girtiyan cinayet e. Aysel û Mehmet Emîn Ozkan mînak in. Em ê ji vî rewşê re bêdeng naminin û bang dikin ku hemû kes ji bo girtiyên nexweş deng derxîn.”