Songul ji bo kurê xwe yê girtî banga hestiyariyê kir 2022-08-16 17:03:58           DENÎZLÎ - Songul Îlker ji bo kurê wê girtiyê nexweş Ekîm Polat were tedawîkirin, li pêşiya girtîgehê dest bi çalakiyê kiribû. Çalakiya Songulê di roja 4'an de didome.    Girtiyê nexweş Ekîm Polat li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dest bi greva birçûbûnê kiribû. Rewşa Ekîm, roj bi roj xerabtir dibe. Dayika Ekîm, Songul Îlker jî ji bo ku kurê wê bê tedawîkirin, li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Çalakiya Songul di roja 4'an de berdewam e.      Songul, di çalakiyê de ev tişt anî ziman: “Bi hincetên cuda nahêlin ez bi midûrê girtîgehê re hevdîtinê bikim. Mafê min ê hevdîtinê heye ku îro saet di 16.00’an de bi kurê xwe re hevdîtinê bikim. Duh ji girtîgehê ambulansek derket. Ez nizanim bê ka kurê min li vê derê ye yan na. Dema ez çûm hevdîtinê dê bizanim li vê derê ye yan na. Ji ber ku agahiyan nadin min. Banga min ji bo her kesî ew e ku di mijara tedawîkirina kurê min û girtiyên nexweş de dengê xwe bikin.”