Careke din gundewarê Kobanê hat bombebarankirin 2022-08-16 17:12:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Careke din bi balafireke şer girê gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê hat bombebaran kir.   Li gorî nûçeya ajansa ANHA'yê balafireke şer a Arteşa Tirk careke din girê gundê Çariqlî yê rojavayê Kobanê yê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê bombebaran kir.   Di saetên nîvro de artêşa Tirk heman cih 3 caran bi balafirên şer bombebaran kir. Hate îdiakirin ku di encamê de 16 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.   Di saetên sibehê de Artêşa Tirk a gundên Siftik, Zormixar, Beyadiyê, Kor Elî, Şiyûx a Jêrîn, Şiyûx a Jorîn, Çariqlî yên rojava, her wiha gundên Qeremox û Koran ên rojava topbaran kirin. Di encamê de zarokek jiyana xwe ji dest dabû û 4 jî birîndar bûn.