Reyhan Yalçindag: Ji bo Aysel Tugluk em ê serî li DMME bidin 2022-08-17 09:01:26     Oznur Deger   ENQERE - Parêzera Aysel Tugluk, Reyhan Yalçindag, biryara DDB’ê ya derbarê Aysel Tugluk de hatiye dayîn nirxand û got: “Dozger û dadgerên îro dosyaya tê ber wan, li gorî nasname û paşeroja wan ya siyasî dinirxînin. Em xwe amade dikin serî li DMME’ê bidin. Ji bo înfaz bê taloqkirin me serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê da.”   Rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ya li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar Yek a Kandirayê girtiye û nexweşê demansê ye, her diçe giran dibe.  Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) ji bo tahliyekirin û taloqkirina înfaza ceza ya ji bo Ayselê biryara red da. Parêzera Ayselê, Reyhan Yalçindag der barê mijarê de nirxandin kir.   Dozgerî, wezaret û emniyetê îtîraz kiriye   Reyhanê doza Kobanê ya der barê Ayselê de biryara tahliyeyê da bibîr xist û parêzerên wezareta karê hundir û midûriyeta giştî ya eminiyetê îtîrazê biryarê kirine û got: “Ligel vê dozgeriyê jî îtîraz kir. Biryara der barê îtîrazê de wê 23’yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê bide. Dozger tehemulê biryara tahliyeyê nekir. Ji ber cezayê 10 salan neqedyaye nikare bê tahliyeirin. Lê tevî vê ji doza Kobanê biryara tahliyê hat dayîn. Îtîraz kirin. Hîna encam nebûye.   ‘Li dij Kurdan hiqûqek cuda pêk anîn’   Reyhanê balkişand ser hiqûqa Tirkiyeyê û ev tişt diyar kir: “Li hember kurdan hiqûqek cuda pêk hat. Hiqûqek du alî pêk hat. Dema mijar bû binpêkirinên mafan, yên hatin qetilkirin, yên îşkence dîtin û mirin kurdbûn, mixabin tu lêpirsînek bi bandor nehat meşandin û encamek nehat girtin. Di salên 90’î de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ev pêvajo deşîfre kir. Biryarên binpêkirinên  hat dayîn.”   ‘Berdewama qirkirina siyasiye’   Reyhanê, da zanîn ku di 7 salên dawî de li hember kurdan, li hember siyasetmedarên kurd dijhiqûqiyek mezin pêk tê û wiha bi lêv kir: "Ji desthilatdariyê bigirin heta çapemeniyê heta wezîran her kes vê wek rutîn dibîne. Dibêjin ‘heq kirin’ û hedef digirin krîmînalîze dikin. Wekê ku HDP ne sêyemîn partiya mezin a welate, hedef digirin. Em li rewşa Birêz Aysel Binêrin. Hovîtiya hiqûqî ya li hember Ayselê pêk tê berdewam qirkirina siyasiye. Ev pêkanîneke tolgirtina li hember têkoşîna siyasî ya Aysel Tugluk e. DDB jî nikare xwe azad, serbixwe û objektîf diyar bike. Dema dosya tê ber dozger û dadgeran  li gorî nasname û paşeroja siyasî biryaran didin. Çevîk Bîr yê nexweşê demansê bû hat berdan. Li welat kesên sûcên cidî kirine tên tahliyekirin lê kurd nayên tahliyekirin.”   ‘Di biryara DDB’ê de îtîrafek heye’   Reyhan destnîşan kir ku DDB di biryara xwe de dibêje "raporên ATK’ê yên dibêjin nikare bi tu awayî li girtîgehê jiyana xwe bidomîne" heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me du caran ji pisporên TÎHV’ê nêrîn girtiye. Me ji Serokatiya Beşa Zanista Norolojî ya Zanîngeha Stenbolê rapor girtiye. Ekîbeke geleke pispor ev nivîsiye. Ev jî di dosyayê de ye. Raporên bi hezaran rupelî hene. Dozgerî dibêje ez van yekî li ber çavan nagirim rapora ATK’ê heye. Lê di biryara DDB’ê de ji xwe îtîrafek heye. Ev gelek girîng e. Ji birêz Aysel Tugluk tol tê girtin. Dibêjin ku yî ku te pergala hevserokatiyê aniye, tuyî ku tu bûye hevseroka yekem, tuyî ku siyaseta pê bawer dikî pêk tînî? Polîtîkaya kuştin, qedandin, çalkirinê pêk tînin. Hemû kesên rapora ‘dikarin girtî bimînin danê’ tabuta wan ji girtîgehê derket. Me hemû doktorên ATK’ê yên îmze avêtin rapora ‘dikarin girtî bimîne’ gilî kir.”   Parêzer xwe amade dikin serî li DMME’ê bidin   Reyhanê diyar kir ku lii dijî biryara DDB’ê dê serî li Dadgeha Mafên Mirova a Ewropayê (DMME) bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo înfaz demildest şûnde bê kişandin me serî li Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê da. Em hêvîdarin ku demek nêz de encamekê bigirin. Em hêvîdarin ku di şexsê Birêz Aysel Tugluk de rewşa qetilkirina hiqûqê ji holê bê rakirin.”