Şêniyên Herêma Firatê li dijî êrişan daketin qadan 2022-08-22 12:45:11   KOBANÊ - Şêniyên Herêma Firatê, bi dirûşmeya “Em bêdengî û hevkariya hêzên garantor ên bi Dewleta Tirk re şermezar dikin” meşek li dar xistin û gotin: "Dê berxwedana me ya li dijî dagirkeran bilind be."   Bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê li dijî gefên Dewleta Tirk a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herkîn qadan û meşek li dar xistin. Di meşê de de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên azadiyê Dîlan Az-El-Dîn, Raniya Eta, Zozan Zêdan û Diyana Alo, alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriyeyê, Meclîsa Malbata Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Rêxistina Kongereya Star û Partiyên Siyasî hatin vekirin. Her wiha di meşê de pankartên wekî “Bimire Erdoganê Qatil”, “Erdogan qatîlê Zarokan e”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi rihê gelê şoreşgerî, em ê hemû êrişên dewleta tirk a faşîst û dagirker têk bibin” hatin hildan. Tevahî Sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdarî meşê bûn.   Meşa ku ji qada Jina Azad dest pê kir bi berzkirina dirûşmeyên “Bimir e dagirkerî” û “Bijî berxwedana Kobanê” û berê xwe dan e Qada Şehîd Egîd. Piştî rêzgirtinê ji Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê axaftin hatin kirin û wiha hat gotin: "Em ji tevahiyê cîhanê re dibêjin ev 10 sal in Em weke pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser axa pîroz bi pirojeya ku Rêberê Gelan daniye em têdikoş in. Em yek deqê ranawestin her tim dê tekoşîn û berxwedaniya me li dijî dagirkeran bilind be û ev qetilkirinên zarokan û binpêkirina mafên cîhanê yên mirovî, jê re dê bersiv bê dayin. Soza me rojan e nû dibe em ê xwîna şehîdên xwe vala  nahêl in.”