Endamên ESP'ê hatin girtin 2022-08-22 13:00:09   STENBOL - 4 endamên ESP'ê yên doh êvarê derketin pêşberî dadgehê, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.   Endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya Meclîsa Jinê ya Sosyalîst (SKM) û Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP) Denîz Aktaş, Ebrû Yîgît, Mert Ûnay û Nûrcan Gullubûdak ên 18'ê Tebaxê li Stenbolê di operasyona qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, doh êvarê derketin pêşberî dadgehê.   4 kes ji aliyê 5'emîn Dadgeriya Cezê Sûlhê ya Stenbolê bi îdîya "endametiya rêxistinê" hatin girtin.