ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-27 09:00:00   *Aktîvîstên TJA’yê û rêxistinên jinan diyar kirin ku divê li dijî zîhniyeta serdest ya mêran a cîhanê têkoşîn bê kirin û balkişandin ser berxwedana jinên Afgan ya li dijî Talîban û peyama bilindkirina berxwedanê da. Jinan her wiha gotin zîhniyeta Talîban û DAIŞ’ê ji hev cudatir nînin. DÎMEN HEYE   *Yek ji xizma gitiyan Încî Guler ku nêzî 10 meha ye di Nobeta Edeletê de ye diyar kir ku birayê wê yê girtiyê nexweş Abdulselam Guler 17 sale dayika xwe nedî û got xwezî zimanê girtîgehê hebûya biaxiviya û tiştên dê û birayê min jiyane vegota. DÎMEN HEYE   *Malbatên li taxa Perêket a Qoserê dijîn, her çend ku navê firoşkarên tiryakê didin polîs û dozgeran jî heta niha gavek nehatiye avêtin. Malbatên ji bo zarokên xwe ji tiryakê rizgar bikin di nav hewldanan de ne gotin: "Zarokên me li ber mirinê ne. Em çend tedawiya wan bikin jî bê feydeye ji ber ku li taxê bi aşkera tiryak tê firotin."  DÎMEN HEYE   *Xwişka Fîrdevsê Bişeng Bîlen, diyar kir ku divê Fîrdevs neyê jibîrkirin: "Em dixwazin xwedî li Fîrdevsê derkevin û bila kenê wê tu carî neyê jibîrkirin."    *Li navçeya Hezexê Leyla û her 3 zarokên wê ji aliyê Hasan Karaaslan ve hatin qetilkirin, Xwişka Leylayê Kanîa, diyar kir ku zilm û tundiya li hemberî Leylayê her tim ji hêla malbatê ve dihat veşartin û got: "Ez dixwazim kujer bi cezayeke herî girîn bê darizandin. Em şewitin bila jinên din neşewitin." BI  DÎMEN    *Hunermend, nûnerên rêxistinên jinan û siyasetmedar, bal kişandin ser rewşa bajarên herêmê û gotin: “Kesên bi unîforma û cerdevan li herêmê polîtîkayên taybet ên şer bi awayeke sîstematîk birêvedibin. Divê bi rêxistinbûn û têkoşîna xwe em van polîtîkayên taybet têk bibin." BI DÎMEN