'Li dijî polîtîkayên taybet ên şer rêxistinbûn girîng e' 2022-08-27 09:26:28   Marta Somek   STENBOL - Hunermend, nûnerên rêxistinên jinan û siyasetmedar, bal kişandin ser rewşa bajarên herêmê û gotin: “Kesên bi unîforma û cerdevan li herêmê polîtîkayên taybet ên şer bi awayeke sîstematîk birêvedibin. Divê bi rêxistinbûn û têkoşîna xwe em van polîtîkayên taybet têk bibin."   Li herêmê qetilkirina jinan roj bi roj zêde dibe. Di rojên borî de li Şirnexê Fîrdevs Babat, Leyla Karaaslan û 3 zarokên wê hatin qetilkirin. Jinên li herêmê daketin qadan û qetilkirina jinan şermezar kirin û bal kişandin ser polîtîkayên taybetê ên şer. Nûnerên saziyên jinan, hunermend û siyasetmedar derbarê polîtîkayên şer ên li herêmê bi awayeke sîstematîk tê meşandin ji ajansa me re nirxandin.    'Têkoşîneke hevpar bidin meşandin'   Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Marmarayê Dîlber Demîr, diyar kir ku kuştina jinan polîtîk e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev polîtîka ji hêla kesên bi unîformayî tê birêvebirin. Bi taybetî jî li herêmê bi awayeke sîstematîk tê meşandin. Fîrdevs bi çeka cerdevanan hat qetilkirin. Ev mînakeke girîng e. Îro 4 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Ev zîhniyeta ku Peymana Stenbolê betal kir kujer û sûcdaran bêceza hişt. Rê li ber qirkirina jinan vekir. Divê jin li dijî polîtîkayên wisa dengê xwe bilind bike. Em bang li her kesî dikin bên em rêxistinbûna xwe mezin bikin û têkoşîneke hevpar bidin meşandin li dijî polîtîkayên şer ên taybet."    Îpek, Pinar, Sakîne û Fîrdevs   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şerîfe Arsay jî wiha bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'ê: "Tifaqa heyî li ser erdenegariya kurd şîdeta xwe her zêde dike. Polîtîkayên li hemberî kurdan û cudakariya li hember herêmê bêtir cesaretê dide faîlan. Kuştina Fîrdevsê encama polîtîkayên ku tê meşandin e. Di serî de Îpek Er gelek jin ji hêla mêrên bi unîformayî hatin kuştin û bi şîdetê re rûbirû man. Ev kesên bi unîformayî hêza xwe ji polîtîkayên dewletê digirin. Em siyasetmedarên jin ên kurd bi hincetên cuda tên binçavkirin û girtin, bi belgeyên sextê. Li girtîgehan bi zilmeke mezin re rûbirû dimînin û mafê me tê îhlalkirin. Xebatên me û saziyên me tên krîmînalîze kirin. Ev tişt li hemberî jinên ku dixwazin jiyaneke bi rûmet bijîn. Belê belê em carek din dibêjin çi dibe bila bibe em ê hesabê Îpek, Pinar, Sakîne, Fîrdevsê bi pirsin. Em nahêlin ku edalet di bin tariyê de bimîne."    'Mafê azadî û wekheviyê li holê ye...'   Derhêner Yeşîm Ustaoglu, jî wiha bal kişand ser polîtîkayên ku tê meşandin: "Qetilkirina jinan û polîtîkayên taybet ên şer, li Tirkiye û Kurdistanê bûye pirsgirêkeke herî mezin. Bi taybetî piştî betalkirina Peymana Stenbolê gelek tişt guherî. Sêpandina hiqûqê, qaşo ku dibêjin têr dike edaletê pêk nayne. Li Tirkiyeyê di navbera jin û mêran de wekheviyeke gelek mezin heye û ev tişt jî dibe sedema pirsgirêkên mezin a di nava civakê de. Mixabin gelek qetlîamên jinan pêk tên. Ev tişt ji ber polîtîkayên taybet ên şer pêk têh. Hiqûq çawa tê parastin, doz çawa bi encam dibin? Mafê azadî û wekheviyê jî ji xwe li holê ye. Xalên hiqûqê yên ku di destê me de heyî qels in. Gelek saziyên jinan û parêzvanên mafên mirovan li dijî wan polîtîkayan li ber xwe didin û ev berxwedan jî tê dîtin. Divê hemû dozên ku hatine girtin carekdin bê şopandin. Ji bo civak û jinan divê carek din Peymana Stenbolê bê sêpandin."