Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê didome 2022-08-27 12:46:59   WAN - Greva birçîbûnê ya girtiyên li Girtîgeha Wanê û Beşîkduzuya Trabzonê li dijî binpêkirinên mafan dane destpêkirin, berdewam dike.    Girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê û Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên kêfî yên rêveberiya girtîgehê dane destpêkirin berdewam dike. Girtiyên li Girtîgeha Wanê ji 1’ê tebaxê ve çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin, 27 roj li pey xwe hişt.     Girtiyên li Girtîgeha Beşîkduzuya Trabzonê ya Tîpa T’yê bi awayek dorveger dane destpêkirin, 44 roj in berdewam dike. Girtî Mahsûn Bîlem (45) ê 27 sal in girtî ye bi malbata we re hevdîtin kiriye û diyar kiriye ku greva birçîbûnê didome û heta niha daxwazên girtiyan nehatine qebûlkirin.    Hasîbe Bîlem diyar kir ku 4 sal in lawê wê li Girtîgeha Beşîkduzu tê ragirtin û lawê wê û girtiyên siyasî bi binpêkirinên mafan ên dijwar re rûbirû mane û ew dixwazin ku binpêkirinên mafan bi dawî bibin û daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.