Li Silopiyê banga tevlîbûna mîtîngê hat kirin 2022-08-27 19:04:49   ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Silopiyê bi minasebeta mîtînga 1’ê Îlonê serdana esnafan kir û banga tevlîbûnê li welatiyan hat kirin.   Bi boneya 1’ê Îlonê, bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyan e. Aştiyê biparêze” dê li navçeya Silopiyê ya Şirnexê mîtîngê li dar bixe. Di çarçoveya xebatên mîtîngê de Rêxistina HDP’ê ya Silopiyê serdana esnafan kir. Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş, Hevserokên HDP’ê Rêxistina Bajarê Şirnexê û endam û rêveberên navçeyên HDP’ê yê Şirnexê beşdarî serdanê bûn.   Di serdanê de belavok hatin belavkirin û banga tevlîbûna mîtîngê hat kirin.