Delîl tune ye, îşkence heye: Reyhana Rojavayî û pitika wê, hatin girtin 2022-08-30 11:33:13     STENBOL - Şaxa Stenbolê ya OHD'ê derbarê Reyhan Abdi ya Rojavayî û pitika wê ya du mehî de diyar kir ku girtina wan ne hiqûqî ye û bang li meqamên darazê kir ku peywira xwe bi awayekî ne baş bi kar neynin.    Şaxa Stenbolê ya di 26'ê Tebaxê de bi iddiaya "endamtiya rêxistinê" Reyhan Abdî ya Rojavayî û pitika wê ya du mehî 3 rojan di bin çavan de hatin hiştin. Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) derbarê mijarê de daxuyaniya nivîskî da.    'Biryar ne wijdanî ye!'   OHD'ê da zanîn ku tevî tu delîl nehatine dîtin jî bi awayekî bêhiqûqî Reyhanê û pitika wê hatine girtin û got biryar ne wijdanî ye. Her wiha di daxuyaniyê de OHD'ê bang li meqamên darazê kir ku peywira xwe bi awayekî ne baş bi kar neynin û got ew ê şopdarê pêvajoyê bin.