ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2022'YAN 2022-08-31 09:00:00     * Hevseroka Desteya Hûndirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo, diyar kir ku lihevkirinên siyasî yên di navbera Dewletên NATO, Rûsya, Tirkiye û Rejîma Sûriyeyê tê wateya hedefgirtina hebûna kurdan got: "Di navbera wan de her tim li hember kurdan bazarek heye. Ji ber ku kî ji parçeyek ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe tê wateya ku perçeyek ji Rojhilata Navîn biriye." BI DÎMEN    *Jinan bertek nîşanê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Rojava dan û gotin: “Ev dagirkirina çavsor ya li Kurdistanê li tu devereke din ya cîhanê tune. Gelo çi karê we li ser axa Rojava heye.”   *Jinên Şirnexê bal kişandin  ser zext û êrîşên li dijî sîyaset û siyasetmedarên kurd û destnîşan kirin ku li dijî şer aştî û wekhêvîyê dixwazin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak, diyar kir ku îro dewletên ku şer dane destpêkirin xwe wekî aştîxwaz didin nîşandan û got: "Kurdistan dagirkiribe, Rêberê me girtî be û xweza talankiribê gelo aştî li Kurdistanê pêkan e? Divê bê zanîn ku li dijî lîteratûra desthilataran li Rojhilata Navîn aştî bi pêşxistina Projeya Neteweya Demokratîk pêkan e." BI DÎMEN    *Ber bi 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ve, bangên aştiyê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan kir, rojevîbûna xwe diparêze.   *Siyasetmedaran der barê 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hêviyên xwe anîn ziman û gotin wê aştiyê biqîrin. DÎMEN HEYE