Li navçeyên Şirnexê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê belavok hatin belavkirin 2022-08-31 18:58:18   ŞIRNEX – Li Silopî, Cizîr, Elkê û Qilebanê ji bo tevlîbûna mîtînga 1'ê Îlonê belavok hatin belavkirin û serdana esnafan pêk hat.   Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê dê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bi dirûşma “Şer mirin e, aştî jiyane, aştiyê biparêzin” li qada Newrozê ya navçeya Silopiyê mîtîng were lidarxistin. Bi rojane xebatên ji bo mîtîngê li navend û navçeyên Şirnexê berdewam dikin.    Silopî    Li Silopiyê di çarçoveya xebatan de li kolana hunerê ya taxa Yeşîltepeyê belavok hatin belavkirin û gel ji mîtîngê re hatin vexwendin.  Parlementerên Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, Hevşaredara HDP’ê Silopî Adalet Fîdan, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Rêxistina HDP’ê navçeya Hezexê, Hevseroka Rêxistina bajarê Şirnexê Sabuha Akdag beşdarî çalakiyê bûn. Di xebatê de banga tevlîbûnê hat kirin.  Welatî bi coşekê mezin xebatkaran pêşwazî kirin.    Cizîr   Li Cizîrê jî rêxistina HDP’ê yê Cizîrê di çarçoveya xebatên 1’ê Îlonê de li caddeya Hezexê serdana esnafan kirin û belavokên ji bo vexwendina mîtîngê belav kirin.  Parlementera Amedê Remziye Tosun, Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP’ê yê Bajarê Şirnexê endam û rêveberên HDP’ê navçeya Cizîrê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bernameyê bûn.    Elkê   Rêxistina HDP’ê navçeya Elkê, di çarçoveya xebatan de serdana esnafan kirin û bi gel re civiyan. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, aktîvîstên TJA’yê û endam û rêveberên rêxistina HDP’ê ya Elkê beşdarî  xebatan bûn.    Qileban   Rêxistina HDP’ê ya navçeya Qilebanê jî di çarçoveya xebatan de serdana esnafan kirin.  Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş, aktîvîstên TJA’yê û endam û rêveberên rêxistina HDP’ê ya Qilebanê beşdarî serdanê bûn.