Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman 2022-09-01 11:50:51     MÊRDÎN - Li Qoserê Hanîfe Ozsoy bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê, hat  îdîakirin ku duh jinekê întîhar kiriye. Li gor agahiyên hatin bidestxistin, hat îdîakirin ku Hanîfe duh serê sibehê întîhar kiriye.    Cenazeyê Hanîfe ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Her wiha xizmên Hanîfeyê diyar kirin ku Hanîfe di 3 rojên dawîn ên jiyana xwe de gelek bêdeng bûye û li ser laşê wê jî şopên lêdanê hebûne.