Li Erziromê yek jê jin 3 kes hatin binçavkirin 2022-09-01 12:19:21     ERZIROM - Li navçeya Xinis a Erziromê, di serdagirtina malan de yek jê jin 3 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Erziromê daye destpêkirin de, polîsan li Xinisê di serdagirtina malan ên serê sibehê de Rabîa Yalavûz, Adîl Attîk û Ramazan Karakaş binçav kirin. Hat destnîşankirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Bajêr.