Parêzer û saziyên jinan dê sibê tevlî danişîna doza Gulîzarê bibin 2022-09-01 13:11:58   AMED - Sibê danişîna doza Gulîzar Karaman a rastî êrişa Azîz Karaman hatî û ji mirinê rizgar bûyî, bê dîtin. Parêzer Gevriye Atli diyar kir ku dê sibê ji bo Gulîzarê edaletê daxwaz bikin. Ji Komeleya Jinan a Rosayê Elîf jî da zanîn ku dibê ku sibê faîl serbest bê berdan û got: "Em ê guh bidin dengê Gulîzarê û em ê piştevaniya wê bikin."    Gulîzar Karaman (34) di 30'ê gulanê de li navçeya Erxeniyê ya Amedê ji aliyê mêrê bi navê Azîz Karaman ê ku dixwest jê berde, rastî êrişa bi çekdarî hat. Gulîzar a dayika 6 zarokan bi giranî birîndar bû ji mirinê rizgar bû. Êrişkar Azîz Karaman jî piştî reva xwe ya 11 rojan ji aliyê cendirmeyan ve hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Erganiyê derbarê Azîz Karaman ê ku bi sûcê "teşebusa kuştinê" hat girtin, bi îdiaya "Bi qestî birîndarkirina hevsera xwe" îdianame amade kir. Danîşîna doza Gulîzarê dê sibê 1'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Erxaniya Amedê bê dîtin.    Parêzera Gulîzarê  Gevriye Atli û endama Lîjneya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosayê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş banga tevlîbûna danişînê li sazî û dezgehên sivîl kir.    'Em ê ji bo Gulîzarê edaletê bixwazin'   Parêzer Gevriye, da zanîn ku ji ber erîşa faîl Azîz Karaman Gulîzar bi awayeke giran birîndar bû û got: "Niha jî çend faîl girtî be jî tehdîtên kuştinê didomin. Dema mirov ji dosyayê dinêre mirov şîdeta sîstematîk dibîne. Hewldana kuştinê heye. Gulîzar bi 3 guleyan hat birîndarkirin û ji mirinê filitî. Lê mixabin dozger îdîaname ne li ser 'hewldana kuştinê' li ser 'hewldana birîdarkirinê' amade kir. Lê belê diyar e ku faîl ji bo kuştina Gulîzarê hewldaye û niha jî bi kuştinê Gulîzar tehdît dike. Em wek Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê û rêxistinên jinan dê sibê tevlî danişîna dozê bibin. Em ê ji bo Gulîzarê banga pêkanîna edaletê bikin."    'Gulîzar ji mirinê rizgar bû'    Elîf jî da zanîn ku demek dirêje ku Gulîzar bi şîdetê re rûbirû dimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gulîzar ji bo xwe ji şîdetê rizgar bike ketiye nav hewldanan. Di stargehê de maye lê tu mekanîzma ji bo parastina Gulîzarê neketiye hewldanê. Herî dawiyê jî ji mirinê rizgar bûye. Roja ku bûyer bûye alîkarî ji polîsên trafîkê xwestiye lê belê alîkarê nehatiye kirin. Gulîzar li ber mala dayika xwe ji hêla Azîz ve bi guleyan hat birîndarkirin. Piştî bûyerê me wek Tora Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya Amedê bi dozgerî û emniyetê re hevdîtin pêk anî û me daxwaza girtina faîl kiribû û piştre faîl Azîz hat girtin."    'Dibe ku faîl sibê bê berdan'   Elîf, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser pêvajoya hiqûqê: "Piştî ku Azîz hat girtin faciayek din a hiqûqê derket pêşberî me. Ji ber ku çend li ser bedena Gulîzarê şûna guleyan hebû jî dozger îdianameya xwe ne li ser kuştinê li ser birîndarkirinê amade kir. Niha Gulîzar nikare bi tena serê xwe bijî û hewcedariya wê alîkariyê heye. Ji ber ku îdianame li ser birîndarkirinê hatiye amadekirin dibe ku sibê di danişîna yekem a dozê dê serbest bê berdan." Elîf wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em guh bidin dengê Gulîzarê ji ber ku ev wezîfeya me ya ewîliyê."