EŞÎK: Ji bo aştiyeke mayinde divê em hîn bêtir deng derxin 2022-09-01 13:17:00   STENBOL - EŞÎK'ê di daxuyaniya bi munasebeta 1'ê Îlonê de bang li jinan kir û got:"Divê em daxwazên aştiyê yên razber derbas bikin ne tenê li dijî şer li dijî hilgirtina çekê, netewperweriyê, nîjadperestiyê, zayendperestiyê û mîlîtarîzmê hîn bi hêztir bin."   Platforma Jinê ya ji bo Wekheviyê (EŞÎK) bi munasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ji bo li cîhanê aştî serdest be divê wekheviya zayendî pêk were, divê em ji mafên xwe yên bê tundî û şer neqerin.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin pêdivî bi aştiyê re heye û li dijî şer bang li jinan hat kirin. Hat gotin:"Divê em daxwazên aştiyê yên razber derbas bikin ne tenê li dijî şer li dijî hilgirtina çekê, netewperweriyê, nîjadperestiyê, zayendperestiyê û mîlîtarîzmê hîn bi hêztir bin."   Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo aştiyeke mayinde divê ew hîn bêtir deng derxin û hat gotin ew ê dev ji aştiya mayinde bernedin.