Xizmên Girtiyan: Dewlet aştiyê naxwaze 2022-09-01 15:21:11   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan ku dixwazin girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan gotin, "Rêberê gelê Kurd, ji bo aştiyê û ji bo ku xwîn bes birijê li Grava Îmraliyê tê girtin. Dewlet aştiyê naxwaze. Sûcê herî mezin ê dewletê ye."   Çalakiya Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyna ku bi daxwaza girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdn dabûn destpêkirin, di roja 107'an de li ber Edliyeya Bayrakliyê berdewam kir. rêxisitnên navçeyên Seferîhîsar û Bayrakliyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî piştgirî dan çalakiyê.  Xizmên girtyan ên ku berdilkên bi nivîsa ,"Ji girtiyên nexweş re azadî" û "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" li xwe kirin, dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.   'Êdî bes e'   Dayika girtiyê nexweş Bayram Kaymaz ê ku li Girtîgeha Hejmar F-2 ya Tekîrdagê tê giretin Medîne Kaymaz, diyar kir ku wekî Dayikên Aştiyê tevli nobedê bûne. Medîne bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang kir ku bila şer bê rawestandin û wiha got, "Bila ne xweîna girtiyan û ne jî ya tukesên din neyê rijandin. Îro roja aştiyê ye û em dayik ji bo dinyayê aştiyê dixwazin. Ji zilma dewletê re êdî bes e. Divê ku dewlet aştiyê pêk bîne û zilmê bidawî bike. Lê zarokên me di girtîgehê de tên giritn û nexweş in. Herwiha girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin jî di girtîgehê de tên gitin."    'Dewlet Aştiyê naxwaze'   Medîne diyar kir ku bi kuştin û cezakirinê nikarin kurdan biqedînin û wiha berdewam kir, "Lê divê em aştiyê pêk bînin. Ji ber ku ew mafê me heye. Serokê gelê Kurd ji bo aştiyê û ji bo ku xwîn neyê rijandin li Grava Îmraliyê tê gitin. Ne dikare bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û ne jî bi malbata xwe re. Dewlet aştiyê naxwaze. Sûcê herî mezin ê dewletê ye. Bila êdî bes xwîn bê rijandin. Em naxwazin tu kes bimire. Em dayik in û ji bo her kesî aştiyê dixwazin."   Bal kişandin ser greva birçîbûnê   Medîne diyar kir ku gotina girtî bi rêya qeyrana dil ku derbas dikin jiyana xwe ji dest didin ne rast e û wiha dawî li axaftina xwe anî, " Derman nadin girtiyan û piştre jî dibêjin ku gitî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin. Di kîs de cenaze dan bavekî. Xwedê li jore  êdî bes e. Dewlet dizane ku em aştiyê dixwazin. Zarokên me ji ber zilmê dikevin greva birçîbûnê. Em mafê xwe dixwazin."   Piştî adaxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê nobed bi dawî bû.