Zaroka bi êrîşa hewayî, birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2022-09-05 14:30:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi êrişa balafirên bê mirov û bi çek a dewleta tirk zaroka bi navê Silava Remedan birîndar bûbû. Zaroka ku birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.    Balafireke bê mirov û bi çek a dewleta tirk di 18'ê Tebaxê de navenda perwerdeyê ya zarokên keç a li gundê Şemoka yê Til Temirê ya Hesekê bombebaran kiribû, di encamê de 4 zarokan jiyana xwe ji dest dabûn û 11 jî birîndar bûbûn.   Hat hînbûn ku ji birîndaran zaroka bi navê Silava Remedan jî di 1?ê Îlonê de jiyana xwe ji dest daye.   Silava Remedan a ji Dirbêsiyê di 2005'an de ji dayik bûye.