ROJEVA 6'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-06 09:00:00   *Girtina parlamentera HPD’ê Semra Guzel li Amedê ji hêla jinan ve hat şermezarkirin û jinan ev bang li jinan kir: "Semra vîna gel e û em ê xwedî li vîna xwe derkevin. Em ê li dijî pergala heyî serî rakin." BI DÎMEN   *Jinan bertek nîşanê  girtin û şîdeta  li hember parlamentera HDP’ê Semra Guzel dan û gotin: “Hunê nikaribin ser lîstikên xwe bigirin. Semra Guzel rumeta me ye, îradeya me ye. Em ê bi rêxistinbûnê bersiva we bidin.” BI DÎMEN    *Jinên Şirnexê destnîşan kirin ku bi girankirina tecrîdê re şerê li dijî kurdan tê kirin jî giran dibe û wiha gotin: “Heke tecrîd bê bidawîkirin ne tenê ji bo kurdn ji bo hemû gelên Rojhîlata Navîn dê bibe destkeftiyeke mezin.” DÎMEN HEYE   *Ji Buroya Jinan a TÎP’ê ya Îzmîrê Hazal Çakmak da zanîn ku muftiyên girêdayê Diyanetê ji bo xebatên hilbijartinê hatine gazîkirin û civîn pê re hatine girtin û got: “Ev rewş tê wateya ku sînorên navbera dewlet û AKP’ê hatine rakirin. AKP muftiyan wek mîlîtanên zîhniyeta serdest ya mêr dibînin.”    *Parkomat Azîme Kaya da zanîn ku rojê 13 saetan dixebite û rojeneya wê herî zêde 130 TL ye û got: “Havînê zivistanê li kolanê dixebitim. Şert giranin lê neçarim bixebitim.” DÎMEN HEYE