Malbatên Sûrê çûn serdana malbata Hakan Arslan 2022-09-10 17:01:11   ERZIROM – Malbatên kesên di sala 2015'an de li Sûrê di qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan, çûn serdana malbata Hakan Arslan ê 7 sal şûnde cenazeyê wî di kîsikekî de radestî bavê wî hat kirin.   Malbatên kesên di 2015’an de di dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê hat îlankirin de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, ji bo Hakan Arslan ê ku di 29’ê Tebaxê de piştî 7 salan di kîsikekî de cenazeyê wî radestê bavê wî hatibû kirin, li Taxa Çavuşlu ya navçeya Qereyazî ya Erziromê ji bo sersaxiyê çûn serdanê. Tevî malbatên li Sûrê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-Der), rêveberên HDP'ê yên Erziromê û Qereyaziyê jî beşdarî merasîma sersaxiyê bûn.   Banga yekîtiyê    Piştî deqeyek rêzgirtinê, rêvebira MEBYA-Der’ê ya Amedê Meryem Soylû axivî. Meryem, ji malbatê re sersaxiyê xwest û ev tiştan got: “Şehîdên me rûmeta me ne, hem pêşeroja me ne û hem jî ronahiya me ne. Tehemûla vî dijminî ji cenazeyê me re nîne. Dayik û bav 7 salan li pey cenazeyê xwe digeriyan. Cenazeyê kurê wî di kîsikekî de teslîmê bavê wî dikin. Bi vî awayî dixwazin kurdan ditirsînin û dev ji doza xwe berdin. Li hember van êrîşan em xurttir dibin. Di şexsê heval Hakan de dibin sed ciwan. Her hêrsek dibe deh kîn. Vî dijminê para xwe ji mirovahiyê negirtiye. Di mirovahiyê de tiştekî wisa tune ye. Divê mirov hurmetê nîşanê cenaze bide. Lê belê dewlet ewqas hov e ku dema mijar kurd be bi awayekî hov nêz dibe. Ciwanên me ji bo vî gelî canê xwe feda kirin. Ew ronahiyên me ne. Wekî hertim em banga yekîtiyê dikin.”   Piştre bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan jî axivî û ji ber serdanê ji heyetê re spasiyê xwest û bi lêv kir ku serdan barê wan hinek sivik kiriye.   Piştî serdanê, heyet derbasî goristanê bûn û li ser gora Hakan Arslan dia xwendin.