3 Cenazeyên lı Nexweşxaneya Colemêrgê radestî malbatan nayên kirin 2022-09-11 09:04:56       COLEMÊRG - Hat ragihandin ku 3 cenazeyên ku tê îdîakirin cenazeyên gerîlayên HPG û YJA STAR'ê ne, tevî karûbarên otopsiyê jî ev zêdeyî mehekê ye radestî malbatên wan nayê kirin.   Di navbera mehên Tîrmeh û Tebax ê de, di navbera endamên Hêzên Çekdar ên Artêşa Tirk (TSK) û HPG û YJA-STAR’ê de şer û pevçûnên dijar qevimîn. Di şer û pevçûnên lı herêmê qevimîn de artêşa Tirkiye’yê bi hemû çekên xwe yên giran her car, herêm topebaran û gulebaran dikir. Gelek caran jî operasyon dan destpêkirin û operaysonên bê encam derketî de tim agir berdan dar û daristanên herema Colemêrgê. Her wiha hat zanîn ku şer û pevçûnên dijwar ên di roja 4 Tebaxê destpê kirî û heTa niha de 7 endamên HPG û YJA-STAR’'ê, li herêma Colemêrgê jiyana xwe ji dest dane û rakirine Neşxwşxaneya Dewletê a Colemêrgê.  Ji wan 7 cenazeyan 3 cenaze nêzî 38 roj in radestî malbatên wan nayê kirin.   Hat ragihandin ku ev 7 kesên ku jiyana xwe ji dest dane 3 endamên HPG’ê, yek jî endama YJA-STAR’ê ye. Hat zanîn ku di encama şer û pevçûnên 7 Tebaxê heta 13 Tebaxê ku 6 rojan berdewam kirin de li Geliyê Tiyarê yêk jin 3 HPG’yiyan jiyana xwe dest da. Her wiha ji roja 9’ê Tebaxê heta 17 tebaxê li gundê Anîtos û Çiyayê Bûsindî, herêma Melûnan, Suvarê Bêriya û Çiyayê Berana de di encama şer û pevçûnên dijwar de yêk jin 4 HPG’yiyan jiyana xwe dest da.   Cenaze danîn morgên cemedankên wan xirabe   Di encama her dû şer û pevçûnên dijwar li herêmên bajêr de qevimî 7 cenaze ji bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Piştî karûbarên otopsiyê her 7 cenaze danîn morga nexweşxanê. Hat zanîn ku depo yên morga nexweşxanê jî cemedankên wan xirabe ne û cenazeyan nacemidîne. Li ser wê yekê di nava heftiyekê de ev cenaze li wiha  hat hiştin û nêzî 4 rojan çi çareserî nehat kirin. Welatiyên ku diçun xwe nîşanê bijîşkan bidin ji ber bêhna cenazeyan nikaribûn bikevin nexweşxaneyê.   Nexweşxanê îtîraf kir ku cemedank xirabûne   Piştî hewildana saziyên civakî cemedank piştî 5 rojan hatin tamîrkirin û nexweşxane hat şuştin. Di encama hewldanan de rêveberiya nexweşxanê gotiye bêhn ji ber leşkerê ku di operasyonan de tenê lingê wî hatiye ditîn ketiye nexweşxanê û ev îddîa red kiriye. Piştî çend hewldanan rêveberiyê îtîraf kiriye ku hem cemedank hem jî, ji ber lingê leşker bêhn ketiye nexweşxaneyê. Hat diyarkirin ku hêj jî bêhna cenazeyan ji nexweşxaneyê tê.   3 cenaze dan mlbatan yek li goristana bêkesan defin krin   Li aliyekî din jî hat dîtin ku şevê de wesayitên zirxî, notirvanên nexweşxanê û polîsên sivîl li ber deriyê morgê bi awayê awarete ewlehiyê digirin û nahêlin bê destura Serdozgorê Colemêrgê kes nezîkî derê morgê bibe. Hat ragihandin ku di nav 7 HPG û YJA-STAR’iyande cenazeyên Cumhur Karuman, Zîlan Duman û Ziyadîn Onat radestî malbatê hatiye kirin û cenaze ji aliyê malbatên wan ve li Colemêrgê û Wanê hatine veşartin. Her wiha tê îddîakirin ku cenazeyê endamek YJA-STAR’ê jî, li goristana bêkesan a Colemêrgê hatiye veşartin.   Cenazeyan kêfî radestî malbatê nakin   Hat zanîn ku niha 3 cenazeyên ku ev 39 roj in li morga Nexweşxaneya Colemêrgê tên sekinandin hêj radestî malbata nehatiye kirin. Her wiha hat ragihandin ku karûbarên otopsiyê bi rêk û pêk hatiye bicihanîn û dizanin malbatên wan kijanin û bi zanebûn radestî malbata naye kiri   Li aliyê din leşkerê ku di operasyonan de hatiye kuştin û tenê lingê wî hatiye ditîn jî hat zanîn ku lingê wî jî li goristanan bêkesan hatiye binaxkirin.