Bala herkesî li ser berxwedana li Kurdistan û Rojhilata Navîn e 2022-09-25 14:35:41     BATMAN - D Konferansa TJA'yê ku dewam dike de jinan got, "Wê di demên pêşiya me de zimanê tevgera feminist kurdî be, dirşma, 'Jin jiyan azadî' li her derê belav dibe."   Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a 4'emîn di roja 2'yan de li Êlihê bi dirûşma, "Em li dijî Faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in" dewam dike.    Di konferansê de ji her aliyê jinan cih girt û mafê axaftinê girtin.   'Jina Kurd têkoşîna nasnameyê didin'   Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku ji ber di konferansê de cih girtiyê kêfxweş e û got, "Li hemû cîhanê berxwedaneke mezin a jinan heye. Li gel têkoşîna ji bo Peymana Stenbolê û têkoşîna ji bo jinên li welatê me hatine qetilkirin, jinên kurd têkoşîna nasnameyê ddiin.  Şoreş wê bi têkoşîna jinên Rojhilata Navîn pêk were."   'Erka me ku em li dijî civaka baviksalar bin'   Ghina Al Andary a ji Lubnanê tevli konferansê bû, diyar kir ku zext û êrîşên li ser jinên Kurd li hemû cîhanê li ser jinan tê kirin û got, "Erka me ya yekemîn divê têkoşîna li dijî baviksalariyê be."   'Hikûmet dê bi jinan têk biçe'   Hevseroka Partiya Ji nû ve  Sosyalîst Canan Yûce diyar kir ku di pêvajoyeke bi vî rengî de lidarxistina konferansa jinan girîng e. Canan anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku ev konferans wê bibe dengekî ji bo Îran û girtîgehan, Canan destnîşan kir ku hêza li Şîlî, Arjantîn û Îranê wê bi jinan têk biçe.   'Jin li Başur serî netewandin'   Gulnas Ezîz Qadir a ji Kurdistana Federe tevlî bû jî got, “Jin li Bashûr li dijî dîktator û faşîstan serî netewandin. Di dema rejîma Seddam de me gelek şehîd dan. Jinên şoreşger di vê pêvajoyê de têkoşîn û kedeke mezin dan.”   ‘Em TJA'yê rêber dibînin’   Yekîtiya Azad a Ewropayê (EFA) Lorena López de Lacalle got, “TJA ji bo me di cihekî girîng de ye. Em jinên TJA'yê ji xwe re mînak digirin. Em dizanin ku bi têkoşîna bi hêza ku ji jinên li girtîgehan û Dayikên Aştiyê digirin em ê serkeftinê bi dest bixin. Em TJA wekî rêberê xwe dibînin.”   'Êdî li hemberî wan hêza jinê ya rêxistinkirî heye'   Pervîn spasiya jinên ji welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê tevli konferansê bûne kir û wiha berdewam kir: “Di vê konferansê de beşek ji dilê me li vir e, lê belê beşa din a dilê me bi jinên Îranî yên li Îranê re ye ku ji bo Jîna Amînî li ber xwe didin û li dijî kuştina wê derdikevin. Beşeke dilê me li vir e, beşek bi Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Aysel Tûglûk, Gulser Yildirim û bi dehan hevalên me yên jin ên navê wan nayê jimartin re ye. Em dizanin ku em li ku derê bin em tên qetilkirin, tacîz û destdirêjî li me tê kirin. Em ji nedîtî ve tên, em tên înkarkirin. Di ser de jî mêr li ser me siyasetê dikin.”   Li hemû cîhanê li jinan tundî tê kirin. Li her derê tên qetilkirin. Lê ez dixwazim bêjim ku her komkujî, her tundî siyasî û polîtîk e. Li gorî ferman û polîtîkayên dewlet, hikûmet û serdestan em tên qetilkirin û li gorî perspektîfên wan ên li ser jinê em rastî tundiyê tên. Lê bila were zanîn ku em li ku dera cîhanê bin bila bibin, jin wê li dijî her cure tundiyê, li dijî her cure komkujiyan, li dijî her cure înkar û tunekirinê, ji niha û pê ve û li her deverê li ber xwe bidin. Wê li dijî her cure komkujiyan raweste. Jin ji bo ku porê jinekê bi tenê jî xera nebe, neynûka jinekê bi tenê jî li kevir nekeve wê bi hev re tevbigerin, jin wê bibin yek beden, jin wê li ber xwe bidin, jin wê têbikoşin. Ez dixwazim vê sozê careke din ji vê kursuyê bidim. Bila mêr zanibin ku ya li Jîna Amînî hate kirin, ya ku li me her yekê hate kirin e. Yên ku qetil dikin divê zanibin ku li pêşberî we sekneke jinê ya rêxistinbûyî heye. Belê, ji bo em ji niha û pê ve pêşî li her şêwe tundiya li dijî jinê bigirin, divê em bi hevparî, têkoşîn û hevgirtina xwe re tevbigerin. Naxwe tundiya li dijî jinê wê li tevahiya cîhanê bi taybetî li vî welatî û di serî de li dijî jinên kurd zêde bibe. Em dizanin ku eger em bi hev re nesekinin, eger jinên kurd û jinên Tirkiyeyî neyên cem hev, eger bi hev re ne têbikoşin wê ev tundî zêde bibe. Ji ber vê yekê divê em hêza xwe ya rêxistinbûyî û têkoşînê mezin bikin. Lê ez dixwazim bi vê hestê ji vir biçim: ‘Jin, jiyan, azadî’ dirûşmeya hevpar a me hemûyan e. Em biçin ku dera cîhanê jî em dirûşmeya 'jin, jiyan' bibêjin û bigihêjin herkesê. Em nehêlin jinek bi tenê jî bê qetilkirin.”   'Em ê pergala xwe biparêzin'   Hevseroka DBP'ê ya Giştî Salîha Aydenîz jî,  kesên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê rejîma Îranê li ber xwe didin silav kir û wiha domand: “Rojhilatê Kurdistanê li dijî komkujiyê li ber xwe dide û ev berxwedan ber bi azadiyê ve diçe. Em ji vê kongreyê hezar silavan ji Rojhilatê Kurdistanê re dişînin. Em hezar silav ji jinên ku li Rojhilata Navîn li ber xwe didin re dişînin. Kesên ku ji bo azadiyê li dijî dîktatoran li ber xwe didin, silav dikin.”   Aydenîz, bal kişand ku jinên kurd bi têkoşîna xwe li cîhanê mînak in û ev bang kir: “Em vê yekê weke axaftineke ji rêzê nabêjin. Jinên kurd ji bo azadî û pêşeroja xwe berdêlên giranbuha dan û hê jî berdêl didin. Pergala hevserokatiyê ava kirin. Ev sîstem hê jî dewam dike. Em ê heta dawiyê vê sîstemê biparêzin. Weke jinên kurd em vê sîstema Hevserokatiyê diyarî jinên cîhanê dikin. Em dizanin ku xwediyê pergala hevserokatiyê û fikrê wê heye. Xwediyê vê fikrê li Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê, yên sîstema hevserokatiyê diparêzin, bi taybetî jinên kurd û yên dibêjin ‘jin, jiyan azadî’ divê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî mezin bikin.”   Konferans bi axaftinan berdewam dike.