Li Amedê zarokek bi îşkenceyê hat binçavkirin 2022-11-19 12:33:12       AMED - Polîsan duh bi şev li semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê bi ser malekê de girtin û zarokê bi navê B. Çelîk bi îşkenceyê binçav kirin. Hate hînbûn ku B. Çelîk bi îdiaya “li ser dîwaran nivîs nivîsandiye” hatiye binçavkirin.    Polîsan li Amedê duh bi şev bi ser malekê de girtin û zarokê bi navê B. Çelîk binçav kirin. Polîsan bi gotina ‘tu dê li qereqolê bibînî’ gef li B. Çelîk xwarin.    Tundî lê kirin   Dayika Çelîk, Necla Çelîk serdegirtina polîsan a malê wiha vegot: “Polîsan saet nêzî 01.00’ê bi ser malê de girtin. Em bi lêdanâ derî rabûn. Mal ser û bin kirin û bi pêlavên xwe yên biherî ketin malê. Di dema ketina malê de li lawê min xistin. Polîsan gef lê xwarin û gotin ‘tu dê li qereqolê bibînî’. Lawê min xistin menzelê û em jî xistin mutbexê û derî li ser me girtin. Polîsan li lawê min didan û qerîna wî me dibihîst. Bavê wî xwe avêt li ser wî li bavê wî jî dan.   'Polîsan çeka xwe nîşanî zarokê min dan'   Lawê min birin ser balkonê gotin em ê te ji vir biavêjin. Nehiştin ku biçe lavaboyê jî her tim gefa ‘tu dê tu dê li qereqolê bibînî’ lê dixwarin. Di nava mehekê de 4 car in bi ser malê de digirin. Derûniya zarokên me xerab kirin, êdî bes e dê heta ku derê vê zilm û îşkenceyê bikin. Pirtûkên li mala me ku Hînker jî di nav de hemû kom kirin û gotin qedexe ne, min got tu pirtûkên qedexe li mala me nînin dîsa jî birin. Ji zarokê min ê 5 salî re gotin ‘di mala we de çek heye? Tu ji me hez dikî?’ Polîsan çeka xwe nîşanî zarokê min dan.”   Polîsan B. Çelîk birin Miduriyeta Polîsan a Şaxa Zarokan.