Li Başûrê Kurdistanê têkoşîna jinan 2024-10-04 09:05:33       Jineolojî feraseta zanista civakî ya ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî tevdigere ye. Jinê bi kakila pergalê digire dest. Di esasa jinê de li çareseriyê digere û ji ber vê jî bi perspektîfa jîneolojiyê, li qada Başûrê Kurdistan û Iraqê rewşa jinan digire dest.   Nagîhan Akarsel   Li Başûrê Kurdistanê analîzeke sosyolojîk mifteya çareseriyê ye. Civakîbûn jî dewletbûn jî li Rojhilat, li Iraq û Başûrê Kurdistanê cihekî girîng digire. Li ser vê axa şahidiya şaristaniya dewletan û şaristaniya demokratîk kiriye du xetên xurt hene. Herêma bi sînorên Iraqê hatiye diyarkirin Mezopotamyaya jêr e. Pergala hegemonîk ya dixwaze li Başûrê Kurdistanê xwe mayînde bike û her wiha hêzên demokratîk ên xwedî li nirxên gel û dîrokî derdikevin hene. Ev axa hedefa şeran e, çareserkirina rastiyan bi nerîneke jîneolojîk pekan e. Abdullah Ocalan di vê mijarê de diyar dike ku pîrozkirina vê pêşketina watedar a dîrokî û bendewariya serkeftinê yekemîn hinceta jiyanê ye.   Di vî alî de çareserkirina xeta hevkariyê jî gelek girîng e. Li Başûrê Kurdistanê îdiaya yekitiya neteweyî û yekane hêza çareseriyê jin in, li vir xebateke stratejîk a analîza civakî derdixe holê.    Divê rastî û hewcedariyên Başûr baş bên tahlîlkirin. Ligel vê divê cudahiyên wek Germiyan, Soran û Behdîsanan li ber çavan bên girtin. Divê hewcedariyên li civakan li ber çavan bê girtin û li gorî vê tevgerek hebe. Analîzên der barê jinan de ku mahkumê her cureyê binpêkirinê hatine kirin, pêwist in. Li qadên Soran, Behdînan, Germiyan divê prisgirêkên jinan li ber çavan bê girtin û analîz bên kirin û encam bên derxistin.   Li Iraq û Başûrê Kurdistanê derxistina holê ya berxwedêriya xwedawendan girîng e. Li vê axa ku mîrateya dîrokî ya jinan winda bûye xwedîderketin pêwist e. Lêkolînkirina vegotinên mîtolojîk yên navbera Marduk û Tîamat, Înanna û Enkî  pêwist e. Destana Babîl, strana Înanna, belgeyên mîtolojîk ên şerê Marduk û Tîamat vedibêje lêkolînkirin girîng e.   Li Musulê ku berdewamiya çanda Îştar e û nirxên neolotîk dihewîne, Semîramîs ku şaristaniyek afirand, li Başûrê Kurdistanê ji bo heqîqeta jinê derkeve holê, armanca me ya xebatên analîza sosylojîk heye. Behdînan û Soran çavkaniya xwe ji ku girtine, di nav eşîran de cihê jinê mijara lêkolînê ye.   Li Başûrê Kurdistanê bandora çanda Neolotîk a li Başûrê Kurdistanê mijara lêkolînê ye. Navbera Şengal û Tel Afer û Kerkuk Mexmûr û Xanekînê, wek sînorê navbera du şarisaniyan tê qebûlkirin. Lêkolînkirina erdnîgariyê watedar e.    Li Başûrê Kurdistan û Iraqê dîroka jinê ya nehatiye nivîsin û ji nûve zindîkirin, hedefa girîng a lêkolînê ye. Li Iraqê li kolanan peykerên jinan tên dîtin. Ji jinên Ereb heta jinên Kurd, ji jinên Asûrî heta yên Êzidî çarçoveyek berfireh a lêkolînê heye.   Bi dîrokê re rewşa jinê û berxwedanên sedsala dawî divê bên destgirtin. Bi taybet jî em behsa realîteyeke parçebûyî ya hêza civakî dikin. Jiyan felç bûye. Der barê vê de hilweşandina zîhniyetê girîng e.  Dîsa baxçeyên Babîlê mijarek din a lêkolînê ye.   Di roja îro de jin di temenê biçûk de tên zewicandin bi tenê nikarin derkevin kolanê. Ev rastiya ku jin dijîn ji ber bandorên cuda tên jiyîn. Navbera bajar û gundan de ev diguhere. Li Bexdayê jin di lêgerînekê de ne. Lê rêxistinbûn û têkoşîn tuneye. Cihê civakî yê jinê heye. Perwerde girtine. Lê cihê wan ên siyasî tuneye. Li Musulê îslamiyet bi bandor e. Li gorî kevneşopiya eşîran dijîn. Rejîm li vir pir pêş ketiye. Tecrubeya rêxistibûna jinan li vir pir qels e.   Li Başûr tevî jin li dijî rewşên siyasî, aborî û civakî deng bilind dikin jî tevgera jinan ava nabe û di avabûna tevgerê de zehmetî tên kişandin.    Başûrê Kurdistanê di alî herêmê û Iraqê de di alî stratejîk de xwedî çavkaniyên dewlemend ên petrolê ne û di alî aboriyê de pêşketiye.  Îngîlîstan ji bo petrolên vir bike bin kontrolê di sedsala 19’emîn de di navbera Kurdan û Ereban de şerekî mezin daye destpêkirin. Hêzên emperyalîst şerên dijwar dane destpêkirin. Piştî duyemîn şerê cîhanê PDK jî li gorî vê hatiye avakirin.   Şer û berxwedan li vir terza jiyanê ye. Tevî van êrîşan nasname û çand hatiye parastin. Komkujiya Halepçeyê hatiye jiyîn û bi hezaran kes mirine. Li vir berxwedana jinê nehatiye nivîsin. Berxwedana Leyla Qasim, berxwedana Margaret a li dijî rejîmê, di têkoşîna gelê Kurd e nirxekî mezin afirandiye. Lê tevî vê behsa rêxistibûneke xurt a li Başûr nikare bê kirin. Li bajaran bi jinan re taybetiyên burjuva giran e. Li gundan jiyana civakî ji derve re girtiye.   Nîşe: Ev nivîs ji mijara dosyaya Başûr a kovara Jîneolojiyê ji hejmara 31’emîn a nivîsa edîtor hatiye girtin.