‘Em dengê xwe bigihînin serokatiyê’ 2024-10-04 09:13:12   AMED- Jinan ji bo mîtînga ku 13’ê mehê li Amedê dê bê lidarxistin banga tevlibûnê li welatiyan kirin û li dijî tecrîd û pirsgirêkên tên jiyîn wiha gotin: “Ji bo xwedîderketina li felsefeya ‘jin jiyan azadî’ û azadiya xwe divê em li qadan bên gel hev û dengê xwe bi hev re bilind bikin.”   Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ de wê di 13’ê cotmehê de  li Amedê bi dirûşma "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev"  mîtînga mezin pêk tîne. Xebatên ji bo mîtîngê didomin. Mîtîng wê 13’ê cotmehê li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 13.00’an de pêk bê.   Jinan bang li hemû kesî kirin ku tevli mîtîngê bibin.    ‘Em ê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin’   Ayşe Bozan got: "Wek hûn dizanin wê 13’ê cotmehê mîtîng pêk bê. Tecrîd ji bo gelan pirsgirêk e. Li hember serokatiya me komploya navneteweyî pêk hat.Em vê komployê şermezar dikin. Em vê zilma li gelan tê kirin şermezar dikin. Em ê li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin."   ‘Em dengê xwe bigihînin serokatiyê’   Hevşaredara Îkîkoy Celîle Yidiz jî ev tişt anî ziman: "Ji bo tecrîda ser serokatiyê rabe em di 13’ê cotmehê de divê bimeşin Qada Îstasyonê. Heta tecrîda ser serokatiyê ranebe emê li mala xwe rehet nekin. Em bang li hemû gelan dikin. Em di 13’ê cotmehê de li qadê bên gel hev û dengê xwe bigihînin serokatiyê."   Meclîsa Partiyê (PM) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Elîf Turan berteka xwe wiha anî ziman:"Ji bo em xwedî li destkeftiyên xwe, li nasname, azadî û xweza xwe derkevin, hemû gelê xwe vexwendiyê mîtînga mezin dikin."