MKG: Nagîhan Akarsel pêşenga têkoşîna jinan bû 2024-10-04 12:25:58     AMED - MKG'ê di duyemîn salvegera qetilkirina rojnameger û akademisyen Nagîhan Akarsel de diyar kir ku ew ê her tim pênûsa Nagîhanê zindî be û wiha got:"Nagîhan Akarsel heta dawiya emrê xwe bû yek ji pêşenga têkoşîna jinan û bû yek ji kedkara çapemeniya azad."   Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi munasebeta 2'yemîn salvegera qetilkirina rojnameger, akademîsyen, edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel daxuyaniya nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Nagîhan Akarsel heta dawiya emrê xwe bû yek ji pêşenga têkoşîna jinan û bû yek ji kedkara çapemeniya azad. Jiyana wê di 24'ê Hezîrana 1977'an de li Golyaziyê dest pê kir. Wê di jiyana xwe de rojnamegerî, akademisyenî û nivîskarî kir. Bi van aliyên xwe û bi têkoşîna xwe ji xwe re rêyeke bi hêz xêz kir. Her çiqas ev rê bi demên zor, bi dîwarên girtîgehê dorpêçkirî be jî Nagîhan Akarsel di her gava xwe de ji bo azadiya jinan û ji bo wekheviya zayenda civakî têkoşîneke mezin da û fêdeyeke wê ye mezin gihişt van qadan.    Dema li dibistana amadehiyê ya Konyayê dixwend lêgerîna wê ya azadiyê dest pê kir. Vê lêgerînê ew bir Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê. Nagîhanê di 1993'yan de gav avêtibû jiyana zanîngehê lê belê ji ber zextên siyasî perwedeya wê nîvcoyî ma. Lê belê ev yek ji têkoşîna wê re nebû asteng. Dema di 2001'ê de hat girtin wê dev ji azadiyê berneda. Zextên li girtîgehê lê hat kirin ew têk nebir. Ew hîn bi hêz bû. Wekî hevalên wê jî anîne ziman, helbestên Furug Ferruhzad û pirtûka "Jinên bi Guran re Direvin" jiyana wê ronî kirin.    Piştî di 2007'an de ji girtîgehê tehliye bû dîsa beşa xwe ya rojnamegeriyê dewam kir, jiyana xwe ya ji bo têkoşîna jinan hîn bêhtir kûr kir. Li Zangîngeha Hacettepeyê li ser xebatên jinan faliyetên akademîk da meşandin. Vê yekê jî biryara wê ya li ser azadiya jinan nîşan dida. Di 2008'an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamegeriyê kir, ji bo pêşketina nûçegîhantiya jinan ew bû xaleke girîng. Heta 2014'an de bi xebatên xwe yên di vê qadê de dengê jinan da bihîstin û ji bo têkoşîna jinan bê xuyakirin roleke girîng lîst.    Yek ji xebatên girîng ên Nagîhanê Jineolojî bû. Nagîhanê li Rojava, li Silêmanî xebatên girîng kir. Wê ji bo Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê ya li Silêmanî xebateke girîng da meşandin.    Mixabin di 4'ê Cotmeha 2022'yan de Nagîhanê bi êrişeke çekdarî li Silêmanî hat qetilkirin. Lê belê fikir, xebat û têkoşîna wê her tim zindî ma û wê her tim bijî. Welatiyê Tirkiyeyê Îsmail Rasim Rifat Peker ê êrişa çekdarî pêk anî her çiqas di 24'ê Kanûna 2023'yan de hat girtin jî û cezayê mirinê lê hatibe birîn jî malbata Nagîhanê û raya giştî têra xwe têkildarî pêvajoyê nehatin agahdarkirin. Hevkarên sûc ên dinê ji bo bên darizandin hîn tu gav nehatiye avêtin.    Di duyemîn salvegera qetilkirina Nagîhanê de em li têkoşîn û mîrateya wê xwedî derdikevin. Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bîranîna Nagîhanê her tim zindî bihêlin. Em ê meşa di rêya wê de bidomînin. Em ê bibin dengê jinan, em ê têkoşîna azadiyê bidomînin, em ê Jineolojiyê bidin jiyîn û em ê li ser navê Nagîhanê daxwaza edaletê bidomînin. Ev berpisiyariya me ya mezin e. Nagîhan Akarsel ew ê têkoşîna te li her derê olan bide, wê fikrên te di dilê her jinê de bijî. "