ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-05 09:00:00     *Di ser qetilkirina Nagîhan Akarsel de 2 sal derbas bû.  Hevalên wê Nagîhan vegotin û diyar kirin ku Nagîhan seranserê jiyana xwe li dijî pergala serdest a mêr bi armanca modela jiyana azad a ji bo jinan ava bike têkoşîn daye û ji ber vê jî ji aliyê pergalê ve hedef hatiye girtin.  DÎMEN HEYE    *Fayze Xelîl a ku di sala 1990'î de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibîne û pê re hevdîtinê dike qala hestên xwe yên wê kêliyê kir. Fayzeyê wiha got:"Bi dîtina Rêbertî ez gelekî kêfxweş bûm. Rêbertî di hevdîtinê de her tim bal dikişand ser azadiya jinan. Min ji fikra azadiya jinan a Rêbertî hêz û cesaret girt." DÎMEN HEYE    *Jinan ji bo mîtînga wê 13’yê Cotmehê li Amedê pêk bê banga tevlibûnê li hemû kesî kirin û wiha gotin: “Hemû kesên di bin tecrîdê de û xwe di bin tecrîdê de hîs dikin divê li wir bin.” BI DÎMEN    *Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş derbarê deklerasyona aştiyê ya rojên borî de hat aşkerakirin axivî û got: “Me jinan dest danî ser rewşê ji ber têkoşîna li dijî şer bi destê jinê dikare pêk bê. Tecrîda li Îmraliyê bi biryara şer re di heman demê de hatiye girtin.” BI DÎMEN   *Dayika Aştiyê Zekiye Kaya ku ji sala 1998’an ku komploya navneteweyî destpê kir heta niha li dijî zextan serî netewand û got: “Min wek dayikekê xwe bi Abdullah Ocalan nas kir. Heta tecrîda ser Rêberê gelê Kurd neqede û neyê berdan em ê têbikoşin.” DÎMEN HEYE    *Ji ser doza Mizgîn Acar a ku 2 salan dewam kir û piştre Mizgînê jê berat kir dîsa lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ji ser vê dozê cezayê muebbetê li Mizgînê hatibû birîn. Piştî cezayê hat dayin rojekê şûnde hat îddiakirin Mizgînê întixar kiriye û ew rakirin nexweşxaneyê. Ev 5 roj in li beşa lênêrîna giran têkoşîna jiyanê dide. DÎMEN HEYE