Li dijî Komploya 9’ê Cotmehê çalakî hatin lidarxistin 2024-10-05 15:48:08     NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gelek navendan bi çalakiyan hat şermezarkirin.   Bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 9’ê Cotmeha 1998’an dest pê kiribû, çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.   Heleb   Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.   Daxuyanî bi amadebûna malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl û meclis û komînan li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê hat xwendin.   Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatima Ehmed bi zimanê erebî û endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) Zekiye Mistefa bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi beşdariya gelek hêzên hegemonîk ên emperyalîst ên cîhanê hat kirin. Hate diyarkirin ku ev hêz ji ramanên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ditirsin, lewra komplo pêk anîn.   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku felsefeya neteweya demokratîk a  Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, ji tevahî pirsgirêkên civakî re çareserî ye.   Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi pergala îşkence û qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî  Abdullah Ocalan dimeşîne, hate kirin û hate diyarkirin ku armanc ji vê pergalê şikandina vîna wî ye.   Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, dê heya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tê bikoşin. Bang li rêxistinên hiqûqî jî hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan erkên xwe bi cih bînin.   Qamişlo   Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê jî bi heman armancê çalakiyek li ber avahiya xwe ya li taxa Meyselûn a bajarê Qamişloyê li dar xist. Endamên Akademiya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevî endamên meclisê beşdarî çalakiyê bûn.   Di çalakiyê de rêvebera Akademiya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif bi zimanê erebî û endama Meclisa Malbatên Şehîdan Wefa Îsam bi zimanê kurdî daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî hat şermezarkirin. Di serî de CPT, bang li tevahî rêxistinên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku "di doza Rêber Abdullah Ocalan de wezîfeyên xwe bi cih bînin, zextê li dewleta Tirk bikin ku pergala li Îmraliyê bi dawî bike, destûra hevdîtinê bide parêzan û agahiyan der barê rewşa Rêbertî de bidin."   Hesekê   Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî meşek li bajarê Hesekê li dar xist.   Bi dehan endamên yekitiyê ku yelekên bi wêneyên Abdullah Ocalan li xwe kirin, ji pêşiya Çerxerêya Agirkujiyê ya li taxa Til Hecer dest bi meşekê kir. Xwendekaran bi hildana alên Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan heya Çerxerêya Kevokê meşiyan. Li vir rêvebera Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê Leyla Murad daxuyanî xwend. Leylayê bang li tevahî ciwan û xwendekaran kir ku bi xurtî beşdarî pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" bidin.   Piştî xwendina daxuyaniyê, xwendekaran bi berzkirina dirûşmên şermezarkirina komployê û silavkirina berxwedana Îmraliyê berê xwe da Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê û cangorî bi bîr anîn.   Til Temir   Rêxistina PYD’yê ya bajarê Til Temirê jî bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û pêkhateyên bajar civînek li avahiya xwe li dar xist.   Di civînê de rêveberê Meclisa Bajarê Til Temirê Azar Ararat armancên Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û bandora wê li ser gelên herêmê vegot.   Ararat îşaret pêk kir ku Rêveberiya Xweser berhemên ramanên  Abdullah Ocalan û mîsogeriya azadiya tevahî gelên herêmê ye.   Ararat ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir.   Dêrazor    Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê semînerek der barê komployê de li avahiya Meclisa Gel a Bajarê Hecînê da.   Di semînerê de bi dehan jin amade bûn û endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefaa El Ehreş qonaxên komployê şîrove kirin û diyar kir ku komplo ninumeya planên hêzên hegemonîk ên li dijî îradeya gelan û şoreşa wan û pêşengên wan e.   Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Agirî Mihemed diyar kir ku komploya di kesayeta  Abdullah Ocalan de hate kirin, li dijî tevahî gelan e.   Tebqa   Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Tebqayê jî ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşek li bajarê Cirniyê li dar xist.   Bi dehan endamên desteyê, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û saziyên sivîl tev li meşê bûn û ji pêşiya avahiya Partiya Sûriyeya Pêşerojê dest pê kir.   Meş li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li Cirniyê bi dawî bû. Endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwan û Werzîşê Ala Mihemed daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hate gotin: "Komploya Navneteweyî Rêber Apo kir kesayeteke dîrokî li ser asta cîhanê. Rêber Abdullah Ocalan karibû siberojê bixwîne û çareseriyan ji tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibîne. Her wiha li şûna modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk pêşkêş kir."   Di daxuyaniyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.   Çalakî bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.