Qetilkirina Îkbal û Ayşenûr hat şermezarkirin 2024-10-05 20:12:15   NAVENDA NÙÇEYAN – Qetilkirina Îkbal Uzuner û Ayşenûr Halîl bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin. Jinan destnîşan kir ku dê li dijî qetilkirina jinan têkoşîna xwe mezin bikin.   Li navçeya Fatîh a Stenbolê li sûrên Edîrnekapi, mêrê bi navê Semîh Çelîk (19), Îkbal Uzuner a 19 salî bi kêrê qetil kir. Kiryar Semîh Çelîk pişre întîxar kir û li nexweşneyê jiyana xwe ji dest da. Kiryar her wiha Ayşenur Halîl ya 19 salî ku pê re dijiya jî qetil kir. Jinan li dijî qetilkirina jinan daketin qadan.   Wan   Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Kolana Hunerê ya Wanê li kom bûn qetilkirina jinan bi meşê protesto kirin. Sazî û dezgehê sivîl ên Wanê tevlî çalakiyê bûn.   Di daxuyaniyê de pankarta "Em ê qirkirina jinan rawestînin û jiyana nû ava bikin" hatin vekirin, dirûşmên "Em bêdeng namînin, natirsin, em serî natewînin", "Jin jîyan azadî", “Mêr gulebaran dikin, dewlet diparêze" hatin berzkirin. Aktîvîsta TJA'yê Gulîstan Akdag metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser qetilkirina jinan û got: “Em dizanin ku em dikarin jiyanek wekhev, azad, bê şîdet û bê îstîsmar biafirînin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”   Piştî daxuyaniyê jinan dest bi meşê kir. Meş li ber avahiya DEM Partî ya Rêya Armûşê bi dawî bû.   Stenbol   Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) çalakiya protestoyê li dar xist. Bi sedan jin û hemû pêkhateyan beşdarî çalakiyê bûn. Jinên ku pankarta "Em ê dawî li bêcezabûnê bînin, em ê dest ji tacîz û kuştinê berdin" vekirin, gelek caran dirûşmên "Em ê dest ji kuştina jinan bernadin", "Kiryar bêceza nemînin", "Hûn ê tu carî bi tenê nemeşin", “Em bêdeng namînin, natirsin, îtaat nakin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. qîrîn. Her wihat di çalakiyê de pankart û wêneyên Îkbal Uzuner ê hat qetilkirin hatin hilgirtin.   Li ser navê Nûnera Federasyonên Femînîstên Ciwan Guneş Fadîme Akşahîn axivî. Diyar kir ku li ber Deriyê Sûrê yê Edîrneyê hatin gel hev û dê hesabê Îkbal Uzuner ê hat qetilkirin bipirsin. Guneş bal kişand ser kiryar Semîh Çelîk û got, “Bi awayekî hovane Îkbala 19 salî kuşt û ji vî sûrê avêt xwarê. Mixabin me hemûyan bi hev re li wan dîmenên tirsnak temaşe kir û dît ku çawa jiyana jineke ciwan têk çû.  Piştre jî em hîn bûn ku di heman rojê de Semîh Çelîk hevala me Ayşenûr Halîl a 19 salî jî kuştiye. Kiryarek dikare du jinên ciwan di nava rojê de li Stenbolê bikuje. Piştî qetilkirina Îkbal û Ayşenûr me biryar da ku em li vir çalakiya protestoyî bikin. Her wiha li Beyogluyê li kuçeyê bûyerek din qewimî. Her kesî li qeydên kamerayê temaşe kiriye. Li Beyogluya ku yek ji taxên herî qelebalix ên Stenbolê ye, du mêr jinek taciz dikin. Û paşê em hîn bûn ku ev bûyer ne nû ye. Berê jî serbest hatibûn berdan, lê piştî ku li ser medyaya civakî bû rojevî her du kes hatin binçavkirin. Her roj kuştina jinan berdewam dike. Me bi dehan caran ji we re got û gelek caran bang li we kir. Lê te tiştek nehat kirin. Lê em soz dikin ku em ê bi têkoşîna xwe hesabê bipirsin.”   Nûnera KCDP'ê Nuran Karahan, bertekên xwe anî ziman û  diyar kir ku li Tirkiyeyê her roj jin tên qetilkirin. Dû re Berdevka EHP’ê Ozge Akman axivî, bal kişand ser qetilkirina jinan û bêedaletiya li Tirkiyeyê.   Çalakiya jinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.   Îzmîr   Platforma Jinan a Îzmîrê bi armanca şermezarkirina qetilkirina 2 jinan a li Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Beriya daxuyaniya Platforma Jinan a Îzmîrê, Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin Meclîsên Jinan ên Îzmîrê jî li ber Navenda Çandê ya Tûrkan Saylan daxuyanî dan. Nûnerên saziyên sivil, saziyên jinan û parlamenterên DEM Partiyê tevlî çalakiyê bûn. Munevver Yaliniz, li ser navê platformê metna daxuyaniyê xend.   Munevver wiha axivî, “Em ê mil bi mil bi xwişkên xwe re, mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin, heta ku jin li vî welatî azad bijîn û hemû tacîzkar, qatil û îşkencekar cezayê ku heq dikin bibînin. Em ê gavekê jî paşde navêjin. Her der ji bo jinan cihê sûc e, em natirsin û guh nadin hikûmeta ku şîdeta mêr teşwîq dike. Heta ku ev polîtîkayên mêtingerî û mekanîzmayên edaletê yên mêran ji holê ranebin  em ê hesabê hemû sûcdaran bipirsin, li qadan bin, dengê xwe bilind bikin, hevgirtinê nîşan bidin û em ê teqez bi ser kevin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.   Enqere   Li Enqerê jinan bi banga Platforma Jinan a Enqerê kom bûn û qetilkirina her du jinan şermezar kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.    Mêrsîn   Platforma Jinan a Mêrsînê ji kolana Koşumakuyê heta Qada Ozgecan Aslan meşiyan. Nûnerên saziyên jinan, siyasetmedar û parlamenterên DEM Partiyê tevlî meşê bûn. Jinan di çalakiyê de bal kişandin ser polîtîkayên îktîdarê ya ku dibe sedema qetilkirina jinan.     Edene   Bi pêşengiya Platforma Jinan a Edenê jinan li ber Şaredariya Seyhanê kom bûn û bertekên xwe ya li hemberî kuştina jinan anîn ziman. Her wiha jinan di çalakiyê de behsa Gulistan Doku kirin û bal kişandin ser rewşa Rojîn Kabaîş.