Li Kobanê ciwan li dijî komployê meşiyan 2024-10-06 20:09:30       NAVENDA NÛÇEYAN- Li Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi meşeke dirêj li dar xist, her wiha di heman çarçoveyê de parêzeran paneleke diyalogê organîze kir.   Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê duh meşeke dirêj dabû destpêkirin. Meş ji bajarê Çelebiyê ku 50 kîlometre li başûrê rojhilatê Kobanê ye hat destpêkirin.   Duh meş gihaşt gundê Xanik ê 30 kîlometre li başûrê rojhilatê Kobanê ye.Di roja 2'yemîn de meşê ji gundê Xanik dest pê kir û heta bajarokê Şêranê 7 kîlometre rojhilatê bajêr dom kir. Sibe meş ber bi bajêr ve diçe û tevli meşa navendî ya li dijî komploya navneteweyî dibe.   Girêdayî wê, Yekitiya Parêzeran a kantonê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan semîner pêk anî.   Semîner ji aliyê endamên Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji bo Parastina Abdullah Ocalan parêzer Şahîn Elî û parêzer Viyan Eyûb ve hat dayîn.   Di semînerê de hat destnîşankirin ku komplo beşek ji planên pergala cîhanî ye û Abdullah Ocalan rastiya qirêjiya vê pergalê da diyarkirin û ji deh salan ve ew ji bo rizgarkirina gelan ji vê pergalê, tê dikoşe.