Çalakiya konvedanê ya li Şengalê bi dawî bû 2024-10-07 15:01:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya konvedanê ya ku li dijî komploya 9’ê Cotmehê li Şengalê hatibû vedan, di roja sêyemîn de bi dawî bû. Jinên Êzidî ku pêşengî ji çalakiyê re dikirin, bang kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkoşînê bilind bikin.   Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo protestokirina Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmeha 2020’î ya li dijî destkeftiyên Êzidiyan ku ji aliyê dewleta tirk-Iraq-PDK’ê ve hatibû mohrkirin, di 5’ê cotmehê de ji bo sê rojan konê çalakiyê hatibû vedan. Konê çalakiyê îro daxuyaniyek bi dawî bû.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di dîroka gelan de kêm caran kesên wekî  Abdullah Ocalan hatiye dîtin ku li dijî pergala desthilatdar mafê jin û gelan diparêze, ji ber vê yekê hêzên komploger bi pêşengiya Amerîka û NATO’yê de Abdullah Ocalan hedef girtine. Her wiha hat gotin ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya  Abdullah Ocalan wê her di nav çalakiyan de bin.   Banga çalakiyan   Jinên Êzidî ku pêşengî ji çalakiya kon vedanê re kirin derbarê mijarê de ji ajansa me re axivîn û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang li her kesê azadîxwaz kirin.   Endama TAJÊ Nûrê Şengalî ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang li her kesê kir ku rabin ser piyan û wiha got: “Ev sê roj in konê berxwedanê ji bo Rêber Apo hatiye vedan û îro roja dawî ya konê çalakiyê ye. Em weke civaka Êzidî bi fikrên Rêber Apo me hebûna xwe parast. Lewra daxwaz ji her mirovek dikin ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan.”   ‘Em bi vî fikrî xwe perwede dikin‘   Endema Koordînasyona TAJÊ Şemê Helîqî jî destnîşan kir ku ew bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin û ev nirxandin kir: “Em weke dayikên Şengalê îro di bin konê rûmetê de hazir bûne. Ev kon ji ber peymana 9'ê Cotmehê û tecrîda li ser Rêber Apo hatiye vedan. Bi rastî îro em çi ji bo Rêber Apo bikin kêm e,  di roja me ya îro de bi fikir û felsefeya Rêber Apo dikarin xwe bi rê ve bibin û xwe pêş bixin. Em bi vî fîkrî serbilind in ku îro em xwe pê perwerde dikin. Bi taybet jinên êzidî ku heta niha kêm dihat dîtin, îro bi fikrê Rêber Apo rabûne ser xwe. Em daxwaz ji her kesî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan. ”