Li dijî komployê berxwedana dîrokî (13) 2024-10-08 09:05:26       'Gelê Kurd bi têkoşînê bersiv da êrişan'    Gulistan Gulmuş   AMED - Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal derbas bû. Hevseroka AVEG-KON Esra Guden derbarê pêvajoya 26 salan de axivî û got: “Têkoşîna Gelê Kurd ji wê rojê heta niha berdewam kiriye û serî netewandiye.”   Di ser komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de 26 sal derbas bû. Ev sê salên dawiye bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Li Tirkiye, Kurdistan û her çar alî cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan çalakî, protesto û serlêdanên hiqûqî tên kirin. Li dijî komploya li hember Abdullah Ocalan li Ewropayê çalakiyên cuda tên meşandin.    Hevseroka Konfederaysona Bindestan a Ewropayê (AVEG-KON) Esra Guden derbarê pêvajoya komployê, şerê li Rojhilata Navîn didome, çalakiyên li dijî serdestan nirxand.   ‘Gelê Kurd bû hedef’   Esrayê da zanîn ku komploya 9’ê cotmehê bi armanca ku Gelê Kurd ji mafê demokratîk bêpar bê hiştin wek konsepta êrişê xistine dewrê û wiha got: “Bi komployê re pêşeroja welat pêşeroja gelên Tirkiye û Kurd hedef hatiye girtin. Gelê Kurd û Tirk anîna hember hef û şer gûr kirine. Têkoşîna ku Gelê Kurd dimeşîne hedef hatiye girtin. Pergala faşîst binpêker bi salane êriş û komkujiya li Gelê Kurd pêk tîne. Ev êriş li hemer daxwaza jiyanek wekhev pêk hatiye. Li ser Gelê Kurd her tim polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê hebû. Li dijî van êrişan Gelê Kurd têkoşîna hebûnê da. Vê têkoşîna hebûnê hêzên binpêker nerehet kir, nehişt bigihêjin armanca xwe. Ji ber vê her tim êriş birin ser gelê Kurd.”   ‘Starta êrişa li hember Rêberê Gelê Kurd hat dayîn’   Esrayê diyar kir ku DYA û emperyalîzma Ewropayê têkoşîna gel naxwazin û wiha vegot: “Di vê komployê de em esasên êrişan ali dijî vê têkoşînê dibînin. Em di komploya li dijî Abdullah Ocalan de DYA û Ewropayê dibînin. Ji ber li wê herêmê tevgera gel a ku li ber xwe dide nexwestin. Naxwazin. Ji ber vê jî starta konsepta şerê li dijî Abdullah Ocalan dan destpêkirin.”   ‘Nehiştin gel bi rêberê xwe re bê gel hev’   Esrayê diyar kir ku şerên li Rojhilata Navîn û komploya li hember Rêberê PKK’ê bi şerê ku bi salane didomin re ji heman sedemî pêk tê û dixwazin lîderên ku li dijî polîtîkayên şer têbikoşin tune bikin. Esrayê wiha anî ziman: “ Emperyalîst li dixwazin pêşengên têkoşîna şoreşgeran ku li dijî kapîtalîzmê wek hêz dibînin tune bikin. Yek ji van hêzên têkoşînê jî Gelê Kurd nîşan didin. Em dikarin behsa tevgerên berxwedanê yên Fîlîpîn, Kurdistan, Kolombiya û Tirkiyeyê jî bikin. Ev tevgerên berxwedanê yên çekdarî li alî bindestan cih digirin. Ji ber vê dixwaizn pêşî li van tevgeran bigirin û ewil hewl didin serokên wan qetil bikin. Em ji mînaka Abdullah Ocalan bêjin bi salan eli Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin û nahêlin bi gel re bê gel hev. Em dikarin behsa hevkariyeke pir cidî ya emperyalîst û binpêkeran bikin. Li hember gelan êrîşeke mezin  heye.”   ‘Li hember çalakiyên kolanê êrişek cidî mijara gotinê ye’   Esrayê di berdewamiya axaftina xwe de li dijî êrişên li Fîlîstînê tên kirin, li dijî êrîşên li Rojava û başurê Kurdistanê tên kirin ji aliyê gelan ve tê protestokirin û wiha dirêjî dayê: “Li dijî van êrîşan meşandina têkoşînê girînge. Di êrîşên li hember Rojava de mezinkirina têkoşînê yek ji mijara me ya esas bû. Li Eweropayê me ev kir rojeva xwe û di vê çarçoveyê de me têkoşîn hûnand. Li seranserê cîhanê li dijî  çalakiyên kolanê, li dijî protestoyan êrişek cidî mijara gotinê ye. Li Ewropayê li dijî tora piştevaniyê êriş heye. Sedema vê jî ev e. emperyalîstên Ewropayê vê baş dizanin. Meşandina têkoşîna li dijî şer, nahêle ew di şerên qirkirinê ya li Rojhilata Navîn de bigihêjin armanca xwe. Ji ber vê jî bi têkiliyên ku bi Israîlê re ava kirine, êrîş dikin. Em berpirsin ku bi gelên herêmî re têkoşîna xwe bikin yek.”   ‘Abdullah Ocalan û Gelê Kurd serî netewand’   Esrayê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser komployê ku 26 sal berê pêk hatiye û wiha got: “Ev aşkera ye ku Birêz Abdulllah Ocalan ku li Îmraliyê berxwe dide û Tevgera azadiya Kurd û Gelê Kurd ji wê rojê de têkoşîna xwe bê navber meşandine û serî netewandine. Em dikarin vê bêjin. Emperyalîst nehiştin armanca xwe. Bi komployê armanca hedef dikirin bidest nexistin. Têkoşîna Gelê Kurd nehişt ew bigihêjin armanca xwe. Gelê Kurd li dijî hevkariya emperyalîstan li dijî van êrişan rabû ser xwe û bi têkoşînê bersiv da. Bi têkoşîna tê dayîn pêkane ku êrîşên tasfiyekar bên beralîkirin.”