Ji Şaredariya Serê Kaniyê semînera 'Înterneta Ewle' 2024-10-08 10:56:40     RIHA - Şaredariya Serê Kaniyê, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê wê ji bo hişyarkirina bikaranîna înternetê semînerekê li dar bixe.   Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Serê Kaniyê ya Rihayê, bi armanca hişyarkirina bikaranîna înternetê ji bo xwendekar û dê û bavên wan semînerekê li dar dixe.   Dê ji du qonaxan pêk were   Armanca şaredariyê ya lidarxistina semînerê ew e ku bi taybetî di vê heyamê de ku li ser hin platformên medyaya dîjîtal bûyerên "bullyinga sîber" li dijî zarokan zêde bûne, rîska bikaranîna înternetê, tundiya sîber, gef û êrîşan kêm bike. Semînerên ku ji aliyê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ve wê bên lidarxistin, ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn dê ji du qonaxan pêk bên. Di semînerên ku dê ji aliyê Cîgira Midûrê Xizmetên Jin û Malbatê Hadra Îlhan ve bên dayîn de dê mijarên wekî "Feyde û Rîskên Înternetê, Zordariya Sîber, Ewlehiya Agahiyên Kesane û Dê û bav Çi bikin" bên nîqaşkirin.   Yekemîn semînerên ku hemû dibistanên amadeyî, dibistana seretayî û dêûbavên xwendekar tê de hatine vexwendin, dê 12'ê Cotmehê roja şemiyê ji bo xwendekarên amadeyî û roja şemiyê 19'ê Cotmehê jî saet di navbera 13.00 û 16.00'an de ji bo xwendekarên dibistana seretayî wê were lidarxistin.