Konferansa li Helebê bi dawî bû 2024-10-08 15:26:24       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya 9'ê Cotmehê roja komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li bajarê Helebê konfransek hat lidarxistin.   Bi pêşengiya Kongra Star û Însiyatîfa Sûrî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dirûşma "Felsefeya jiyana azad a Rêber Apo, çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn e" bi boneya salvegera 26'emîn a kamploya navneteweyî li ser Abdullah Ocalan, konferansek hat lidarxistin.   Konferans li hola Star Layt a devera Şiqeyîf a bajarê Helebê bi beşdarbûna 400 nûner û endamên meclis, komîn, Kongra Star, partiyên siyasî, rûspî, kesayetên nivîskar, rewşenbîr û gelên taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiya Helebê hat lidarxistin.   Hola konferansê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Azadî bingeha exlaq e", "Hezkirina di rastiya rêbertiyê de meşa serkeftinê ye", "Şoreşa ku nikaribe jinan azad bike ne şoreş e" û "Ji bo têkiliya azad şernekirin li azadiyê xiyanet e" hatibû xemilandin.   Konfransê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê endama Komîteya Jin a Însiyatîfa Sûrî ji bo azadiya Abdullah Ocalan Mîdiya Miqdet ve axaftina destpêkê hat kirin.   ‘Rêber Apo 26 sal in li ber xwe dide’   Mîdiya Miqdet di gotinên xwe de bal kişand ser armanca hêzên komploger bi komploya navneteweyî û wiha got: "Ev konferans wê bibe bersiv ji hêzên komploger re û ji bo danasîna armancên vê komployê em li hev civiyane. Armanca hêzên komploger ew e bû ku dawî li pergala neteweya demokratîk bînin û gelê Kurd bidin qirkirin loma di 9'ê Cotmeha 1998'an de Rêber Apo bi komployekê ji erdnîgariya Sûriyeyê derxistin. Bi vê komployê hêzên komploger xwestin di kesayeta rêber Apo de gelê azadîxwaz bidin tunekirin. Ev bû 26 sal Rêber Apo di zindana Îmraliyê de li hemberî hemû cureyên îşkence û tecrîdê li ber xwe dide. Em ê jî bi riya belavkirina fikrên azad ên Rêber Apo bibin bersiv ji hêzên desthiladar re.”   Paşê ji aliyê berdevka Însiyatîfa Sûrî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Emînê Xidro ve belge der barê têkoşîn û maşa azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatin xwendin, piştî wê, li sînevîzyonek der barê komploya navneteweyî de hat temaşekirin.   ‘Komplo heya niha didome’   Piştî sînevîzyonê, mudaxeleyên onleyn ji hêla rojnamevan û lêkolînera Misrî ya pispor di karûbarên jinan de Fetên Sibhî, her wiha nûnerê Partiya Gelan a Demokratîk a Ewropayê ji Fransa Fayêq Yexêzeyî beşdarî konfransê bûn û nêrînên xwe der barê derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê bi riya komployê de wiha anîn ziman: "Bi awayê plankirî Rêber Apo ji Sûriyeyê bi komployekê derxistin û zextek li ser hikumeta Şamê hat kirin ku neçar ma Rêber Apo ji Sûriyeyê derkeve û di wê rojê de komplo di kesayeta Rêber Apo de dest pê kir, heya vê kêliyê jî berdewam dike. Gelek hêz tirsa wan ji fikrên Rêber Apo hene, loma bi vê komployê xwestin dengê Rêber Apo bibirin. Rêber Apo bi riya felsefeya xwe girîngî da malbat û rêxistinkirina wan her wiha azadiya jinan bingeh girt di felsefeya xwe de. Ev felsefe dijberî zihniyeta mêr-dewletê ye loma bi dîlgirtina wî xwestin vê felsefeyê tune bikin. Em jî weke jinên Rojhilata Navîn ji bo serbestberdana Rêber Apo bang dikin û azadiya wî ya fizîkî daxwaz dikin. Di heman demê de divê em jinên Rojhilata Navîn xebatên xwe yên siyasî û dîplomasî xurtir bikin."     Banga bilindkirina têkoşînê   Piştre ji aliyê beşdaran ve nîqaş hatin kirin, beşdaran bal kişandin ser komploya navneteweyî û diyar kirin ku derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyê bi armanca parastina ewlehiya Sûriyeyê ji şer bûye. Di nirxandinan de hat diyarkirin ku Abdullah Ocalan her dem ji bo çareseriya siyasî tevgeriyaye û lêkolînan kiriye lê hêzên komploger ji bo tunekirina fikir û ramanên wî, wî bi komployekê li zindana Îmraliyê dîl girtine.   Di dawiyê de encamnameya konfransê ji aliyê endamê Însiyatîfa Sûrî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Menan Cefar ve hat xwendin. Di encamnameyê de bal li ser girîgniya ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilindkirina têkoşînê hat kişandin.   Konferans bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.