‘Bi komployê cîhana me, asîmanê me hat tarîkirin’ 2024-10-09 09:05:15       WAN - Jinan bertek nîşanê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Komployê cîhana me asîmanê me tarî kir. Birêz Abdullah Ocalan ji ber di aştiyê de israr kir û li dijî şer bû li hember wî komplo pêk anîn.”   Komploya navneteweyî ya di 9’ê cotmeha 1998’an de li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin ket sala 26’an. Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye 4 sal in tu agahî jê nayê girtin. Bi wesîleya salvegera 9’ê cotmehê bertekên li dijî komplo û tecrîdê mezin dibin.   Jinan der barê komployê de nêrînên xwe anîn ziman.   ‘Yekane kesê li dijî şer Birêz Abdullah Ocalan e’   Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Wanê Gulşen Kurt da zanîn ku li cîhanê bi taybet jî li Rojhilata navîn û Kurdistanê hawira şer heye û wiha anî ziman: “Em hemû dizanin ku yê li dijî vî şerî ye, şer naxwaza Birêz Abdullah Ocalan e. Sedema pêkhatina komployê jî israra Abdullah Ocalan a di aştiyê de û fikriyata wî ya aştiyê bû. Di vî alî de hemû kesên li alî hiqûq, edalet, maf û li dijî şer in divê li dijî komployê berteka xwe nîşan bidin.”   ‘Komployê cîhana me tarî kir’   Hevseroka DEM Partî ya Tuşbayê Fatma Erbaga jî 9’ê cotmehê wek roja reş pênase kir û wiha got: “Komploya li hember Birêz Ocalan cîhana me asîmanê me reş kir. Abdullah Ocalan ji bo aştiyê yekane çareserî ye. Ger ku azadiya wî ya fizîkî pêk bê wê gelek tişt bên çareserkirin.”   ‘Komplo li hember hemû gelê Kurd pêk hat'   Endama meclîsa şaredariya Rêya Armûşê Macîde Varhan jî bertek nîşanê komployê da û got ev komplo ne tenê li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hember hemû gelê Kurd e û wiha pê de çû: “Bi armanca pêşî li gelê Kurd bê girtin ev komplo hat kirin. Em komployê şermezar dikin. Ez tecrîda tê meşandin şermezar dikim. Sedama tecrîdê ev e ku ji Birêz Ocalan ditirsin. Dibe ku fîzîkî girtîbe lê bi dil û fikrên xwe ligel me ye. Ez carek din tecrîdê şermezar dikim.”