Fikrên Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo cîhanê jî bûne hêvî 2024-10-10 09:05:48     ENQERE - Hevşaredara berê ya Qereyaziyê Melîke Goksu der barê 26’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin kir û got: “Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û gelên Cîhanê dibe hêvî. Lê tecrîd stratejiyeke ku dixwaze vê hêviyê bifetisîne ye.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û di 15’ê sibata 1999’an de ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê. Abdullah Ocalan ji wê rojê heta niha li Girava Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 26 sale tecrî didome. Parêzerên Abdullah Ocalan û parêzvanên mafên mirovan her tim dijhiqûqiya vê pêkanînê tînin ziman.   Li aliyê din jî paradîgma modernîteya demokratîk  û fikrên Abdullah Oalan ji bo hemû Rojhilata Navîn û cîhanê dibin hêvî.  Tecrîda ku 26 sale didome bandorek mezin li ser hemû girtîgehan û jiyana civakê dike.    Hevşaredara berê ya HDP’ê ya Qereyaziyê Melîke Goksu ku li dijî van pêkanînan li girtîgeha Sîncanê girtî ma der barê geşedanên heyî de axivî.   *Di 9’ê cotmeha 2023’an de li Ewropayê li 74 navendên cuda di 74’emîn Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiyê hatin destpêkirin salek xwe tije kirin. Hedefa van çalakiyan çi bû?   Pêvajoya 9’ê cotmehê hat destpêkirin û bi 15’ê sibatê  berdewam kir, ji bo Kurdan wek roja reş zindîbûna xwe diparêze. Ferastên qirêj yên komployê bi sedsalan e li hember Kurdan pêk tê. Komploya navneteweyî jî berdewama qirkirina fizîkî, çandî ya Kurdan e. Di encama berjewendiyan de  axa Kurdan hat parçekirin û Kurd hatin tunekirin. Hespê rojên reş kirin û xwestin ji nirxên wan dur bixin. Ziman û çanda wan hat qedexekirin, bi polîtîkayên înkar û îmhayê re hatin rû hev. Li dijî vê têkoşîn hat meşandin û bi komployê bersiv dan Hemû cîhan û rojhilata Navîn  fikr û paradîgma demokratîk a Abdullah Ocalan wek hêvî dibîne. Hêzên serdest û sermayeder ji bo berjewendiyên xwe ev meşandin.  Lê îro her es piştgiriyê dide fikrên Abdullah ocalan û wek alternatîf dibînin.   *Ev piştgiriya xurt ya ji bo Abdullah Ocalan li gorî we sedema wê çi ye?   Ez du bersiva bidim vê pirsê. Ya yekemîn Birêz ocalan li dijî qêrîna mirovahiyê bersiva herî heqîqetê daye û li warê mirovahiyê mezin bûye û dîsa li ser vê axê li heqîqetê geriyaye. Ya duyemîn jî li dijî tunekrin û înkarkirinê nêzîkatiya pergala kapîtalîst rexne dike û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş dike. pergala kapîtalîst pergalek ku pirsgisrêkê difiarîne. Li cîhanê pirsgirêkan di neçareseriyê de dihêle. Pergala heyî bi teknolojî û zanistê pesnê xwe dide û krîzên di asta civakîbûnê de bê çareserî dihêle. Di pegala heyî de mirov ji hev tên biyanîkirin, parçekirin û serdestî tê ferzkirin.  Tevî ku heqîqetek giştî heye jî pergala kapîtalîst vê berovajî dike.Vê jî mirov ji xweza  xwe qût kir û mirovahî tengasiyeke mezin dijî. Ji vê re jî çareserî pêk nayê. Birêz Ocalan pergalê rexne dike û çareseriyê pêşniyar dike. Ev jî wî ji feylozofên din yên cîhanê cudatir dike. Li seranserê cîhanê gelek kes piştgiriyê didin fikrên wî. Li 74 navendan fikrên wî hatin nîqaşkirin.    *69 hunermend, nivîskar, akademîsyenî yên xelata nobelê girtine, ji bo azadiya Abdullah Ocalan îmze avêtin. Nivîskar û rewşenbîrên Tirkiyeyê çima bêdeng dimînin?   Kesên ronakbîr wek kesên wêrek, fedakar tên nasîn. Ev kes dema zor û zehmetî bên dikarin bedeldayînê jî bidin ber çavan. Divê ji faliyetên şoreşger yên di esasa mafên demokratîk de pêşengiyê bikin. Lê mixabin li Tiriyeyê profîlek wisa ya rewşenbîran, ronakbîran nayê dîtin. Bêguman yên di vê profîlê de jî hene.  Lê mixabin ewe jî wek xayîn û terorîst tên îlankirin. Wek ronakbîr û entelektuel nayên qebûlkirin.    *Hûn dixwazin bangek çawa bikin?   Çima divê piştgirî ji bo fikrên Birêz Ocalan bên dayîn û çima divê ev tecrîd rabe? Gelek aliyên qada navneteweyî êdî azadiya wî daxwaz dikin. Sedema vê jî ev e ku kesên pergal fêm kirine. Divê piştgiriya ji bo fikrên  di mijara qetilkirina xweza û jinê de, di mijara texrîbkirina wekhevî û azadiyê bên dayîn.  Ji be  texrîbata ku pergalê ava kiriye, hewcedariya civaka polîtîk û ahlaqî xwe dide ferzkirin. Nirxên me di pergala kapîtalîst de dihele diçe. Her kesê ji xwe re dibêje ez mirovim divê piştgiriyê bide vê têkoşînê.