Ji Şaredariya Peyasê semînera hişbirê 2024-10-10 14:48:09     AMED - Gerînendetiya Xizmeta Jin malbatê ya Şaredariya Peyasê ji bo xebatkarên xwe yên jin semînera perwerdeyê ya bi sernavê "Madeyên hişbir û bandora wan" da. Xebatkarên Jinan dema xebatên xwe yên qadan dîtin ku bikaranîna madeyên hişber li bajêr bi rêjeyek e zêde zêde dibe, biryar da ku semînereke hişyariyê li dar bixe.   Ji bo xebatkarên jin ên Gerînendetiya Xizmeta Jin malbatê ya Şaredariya Peyasê semînera perwerdeyê ya bi sernavê "Madeyên hişbir û bandorên wan" hat rêk û pêk kirin. Gerînendetiyê piştî ku li qadan dîtin bikaranîna madeyên hişber li bajêr bi rêjeyek e zede zêde dibe, biryar da ku semînereke hişyariyê li dar bixe.   Bikaranîna Madeyên Hişbir Zêde dibe   Gerînendetiya Xizmetê Jin Malbatê derbarê xebatên xwe de wiha got: "Semîner mijarên nîşaneyên berî tiryakê, nîşaneyên vekişîna piştî tiryakê û çawaniya dermankirina kesên ku bi tiryakê eleqeder dibin, zêdebûna madeyên hişbir yên tiryakê ku di van salên dawî de zêde dibe û bandorên wê bi taybetî li ser ciwan û zarokan çiye û ji bo çi xebatên pêşîlêgirtinê divê werin kirin, hatin nîqaşkirin û wiha me bernameyek danî pêşiya xwe."