Xwendekaran ji bo Rojînê daxuyanî da 2024-10-10 21:04:09     WAN- Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîş ya ku 14 rojin windaye daxuyanî dan û gotin: “Vê tarîtiyê ancak em bi hev re çareser bikin. Em ne tenê ne, em ne bê çarene, em xwediyên hev û dinin.”   Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) li ber Fakulteya Zanistên Îktîsadî û Îdarî der barê xwendekar Rojîn Kabaîş ya ji 27’ê îlonê de ye winda ye daxuyaniyek dan çapemeniyê.   Di daxuyaniya ku gelek xwendekar tevlibûn bûn de dovîzên ‘Rojîn li ku derê ye’, ‘Jinbûn zehmete, mirin hêsane’ hatin hildan. Dirûşmeyê ‘em jiyanek azad dixwazin’ hatin berzkirin.   Li ser navê xwendekaran Berfîn Yolcu daxuyanî xwend û got: “Vê tarîtiyê ancak em bi hev re çareser bikin. Em ne tenê ne, em ne bê çarene, em xwediyên hev û dinin. Bijî piştevaniya jinan.”   Xwendekaran xwestin li kampusê bimeşin lê polîs û ewlehiyê destur nedan. Xwendekaran bertek nîşanê rewşê dan û gotin: “Rojîn li dibistanê winda bû, lê polîs û ewlehî wekê ku em bombeyan dihewînin nêzî me dibin û destur nadin meşa me.”