Ji Riha û Semsûrê ji bo ‘Mîtînga azadiyê’ bang 2024-10-11 09:07:41   Derya Ren   RIHA /SEMSÛR - Jinan ji bo "Mîtînga azadiyê" ya ku wê 13’yê cotmehê pêk bê banga tevlibûnê kirin û gotin: “Em hemû tecrîdê ji kurahî dijîn.”   Platforma Saziyên Demokratîk wê li Amedê di 13’yê Cotmehê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê berxwe didin, ji bo Azadiyê li Amedê tên gel hev" mîtîngê pêk bîne. Di mîtînga ku wê pêk bê de wê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê bê xwestin.   Tê payîn ku mîtînga ku wê li Qada Îstasyona Amedê saet di 13.00’an de pêk bê,  Hevseroka Partiya Demorkatîk a Herêman (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û ji Buroya Hiqûqê ya Asrin Rezan Sarica dê di mîtîngê de biaxifin.    Jinan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ banga tevlibûnê li hemû kesî kirin.   ‘Werin em bi hev re aştiyê bînin’   Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz banga tevlibûna mîtîngê li hemû kesî kir û wiha got: “Di serî de dayik û divê gelê me wê rojê li wir be. Divê dayik dest bidin hev û li wir bin. Mîtînga me ji bo girtiyan tê kirin. Li dijî tecrîdê tê kirin. Divê dayikên tirk, kurd û ereb hemû kes li wir bin. Ya dikeve ser milê me dayikan divê em dawî li vî şerî bînin. Divê em aştiyê bînin. Êdî bes e divê tecrîd bi dawî be. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî be. Ez hemû kesî vexwendiyê mîtînga Amedê dikim.”   ‘Em ji kurahî tecrîdê dijîn’   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Semsûrê Sebahat Korkmaz jî diyar kir ku hemû kes di bin tecrîdê de ye û wiha dirêjî dayê: “Rewşa li herêma erdhejê jî tecrîde. Tiştên em dijîn parçeyeke polîtîka şer e. Jiyana me ya li konteyniran jî nîşaneya vê ye. Revandina zarokan, qetilkirina jinan parçeyek polîtîka tecrîdê ye. Civak hatiye astek wisa ku mirov ditirsin derkeve derve. Em nikarin zarokên xwe bişînin cihekî. Bawerî bi kesî nemaye. Em tecrîdê ji kurahî dijîn.”   ‘Tecrîd pirsgirêka me hemûyane’    Sebahatê daxuyakirin ku Semsûr hîna weke kavilê ye û wiha dawî lê anî: “Her der axe, kavil nehatine rakirin. Tiştên em dijîn mînaka şênber a tecrîdê ye. Ez banga tevlibûna mîtînga li Amedê li hemû kesî dikim. Divê her kes wê rojê li wir be. Tecrîd ne pirsgirêka yek kesî ye ya hemû kesiye.”