Şaredariya Peyasê li gundan li jinan guhdarî kir 2024-10-11 11:46:50     AMED - Gerînendetiya Xizmeta Jin û Malbatê a Şaredariya Peyasê li gundê Qarayakupê a girêdayî navçeya Peyasê bi jinan re hat cem hev û li ser tundî, maf û aboriya jinan semînerek perwerdehiyê da.   Gerînendetiya Xizmeta Jin û Malbatê a Şaredariya Peyasê, ji bo tespîtkirina pirsgirêkên jinên dezavantaj û daxwazên wan ên ji şaredariyê, xebatên xwe yên li qadan didomîne. Di vê çarçoveyê de li gundê Qarayakupê yê girêdayî navçeya Peyasê li ser pirsgirêkên jinan, tundî, aborî û xebatên ku li gund bê kirin, li nêrîn û pêşniyarên wan hate nîqaşkirin û bi nîqaşê re semînera perwerdehiyê hate dayîn.   Zarok nehat jibîrkirin    Di dema xebatên li gund dimeşandin de ji bo zarokan muzîk, şano û lîstikên cuda ku bi çalakiyên cihêreng coş dan motîvasyona şahiya wan û cudabûnek ji jiyana rojane wêdetir lidar xistin. Hat diyarkirin ku dê bi xebatên wiha cihêreng ên yekîneya jinan li gelek gundan wiha bê berdewam kirin.